Li 4 navendan protesto: Artêşa Tirk ji Efrînê bi cehenime!
Li bajarên Basel û Zurich ên Siwîsre, li paytext Kopenhag a Danîmarka û li bajarê Wuppertala Elmanya komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin.
Li bajarên Basel û Zurich ên Siwîsre, li paytext Kopenhag a Danîmarka û li bajarê Wuppertala Elmanya komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin.
ZURÎCH
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Zûrich a Siwîsre li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kombûn, komkujiya dewleta Tirk a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê protesto kirin.
Girseya li ser banga Platforma Berxwedana Efrînê kom bûyî, pankartên “Qatîl Erdogan”, “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” hilgirtin.
Di çalekiyê de dirûşmên ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Qatîl Erdogan wê hesap bide’ hatin qîrkirin û piştî axaftina şermezarkirinê çalekî bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Basel a Siwîsre komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê li ser sivîlan dide pêk anîn hate protestokirin.
Li ser banga lezgîn a çalekiyan Kurdistanî û dostên wan, di bin rêveberiya Platforma Berxwedana Efrîn-Rojava de, saetên şevê li pêşiya navenda stasyona trenê kom bûn û komkujiya li ser sivîlan protesto kirin.
Di çalekiyê de dirûşmên “Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê bi cehenime”, “Li Efrînê sivîl tên qetil kirin”, “Qetlîama li Efrînê rawestînin”, “Ewropa bêdeng dimîne dewleta Tirk qetil dike” hatin berzkirin û piştî belavok hatin xwendin çalakî bi dawî bû.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê qetlîamên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê hate protestokirin. Di pêşengtiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê de bi şîara “Her der Efrîn e, her der Berxwedan e” li stasyona Trenê ya Navenda Kopenhagê çalakiyeke bêîtihatiya sîvîl hate lidarxistin.
Di çalakiya qelîama li ser sivîlan hate şermezarkirin de, bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Hem hemû Efrînîne”,”Kujer Erdogan”
WÛPPERTAL
Li bajarê Wûpertal ê Elmanyayê qetlîama sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin.
Polîsên Elman êrîşî çalakvanan kirin û hinek ciwan binçav kirin. Bi mudaxeleya girseyê ciwan hatin berdan.