Hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo Ocalan nobedê digirin

Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê, hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê Hozan Şemdîn, Hozan Seyîdxan, Hozan Diyar û Peywan Arjîn e.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin.

Hunermendên ku roja Yekşemê dest bi nobedê kirin gotin, Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelan têdikoşe û ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderketinê kirin.

ŞEMDÎN: BILA 2018 BIBE SALA AZADIYA OCALAN

Hozan Şemdîn bi bîr xist ku ji bo azadiya Ocalan ev 6 sal in li ber Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê çalakî tê lidarxistin û got, weke TEV-ÇAND'ê jî ew gelek caran tevlî vê nobedê bûne.

Hozan Şemdîn got, eger Ocalan azad be wê li Kurdistanê êrîşên çeteyan nema karibin rû bidin û Kurd jî bibin yek.

Şemdîn diyar kir, Ocalan ji bo paşeroja hemû mirovahiyê paradîgma pêşkêş kiriye û wiha dewam kir: "Tirkiye û hin dewletên Ewropayê li dijî vê yekê, ji bo dengê Ocalan negihêje gelan, hewl didin pêşî li wî bigirin."

Hozan Şemdîn bi bîr xist ku nêzî 2 sal in qet agahî ji Ocalan nayê girtin û ev yek jî di nava gelê Kurd û aştîxwazan de rê li ber hêrseke mezin vedike.

Hozan Şemdîn xwest 2018 bibe sala azadiya Ocalan û di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mîna li Kobanê wê li Efrînê jî dagirker têk biçin.

HOZAN SEYÎDXAN: AZADIYA OCALAN Û KURDISTANÊ NÊZ E

Hozan Seyîdxan jî destnîşan kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û bi bîr xist ku ji bo azadiya Ocalan ev 19 sal in gel çalakiyan li dar dixe. Hozan Seyîdxan diyar kir ku ew komploya navneteweyî mehkûm dikin û daxwaza azadiya Ocalan dikin.

Seyîdxan bal kişand ser şerê li Kurdistanê bi taybetî li Efrînê û işaret bi komkujî û talanê kir. Hozan Seyîdxan ragihand, destketiyên Kurdan roj bi roj zêde dibin û azadiya Ocalan û Kurdistanê nêz e.

Hunermend Seyîdxan ji bo azadiya Ocalan banga tevlîbûna li çalakiya nobedê kir û got, "Nêrînên Ocalan bûye hêviya azadiyê ji hemû gelan re."

PEYWAN ARJÎN: BERXWEDANA SERDEMÊ NÎŞAN DIDE KU ÊDÎ KURD TÊK NAÇIN

Peywan Arjîn da xuyakirin ku li gel dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêrînên wî mîna çemekî li nava gel diherike û destnîşan kir, xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li mirovahiyê ye.

Peywan Arjîn got, "Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, nîşan dide ku êdî gelê Kurd têk naçe."

Arjîn bang li hêzên li çar parçeyên Kurdistanê kir û ji wan xwest ku dengê ji bo azadiya Ocalan bilind bikin.

HOZAN DIYAR: AZADIYA OCALAN PÊKAN E

Hozan Diyar diyar kir ku sedsala 21'ê mirovahî di nava kaoseke mezin de ye û got, Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên mirovahiyê pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dike. Hozan Diyar anî ziman, sîstemên faşîst û emperyalîst dîtine ku eger nêrînên Ocalan li cihekî bikeve meriyetê wê dawî li wan bê û got, "Ev hêzên navborî êrîşî gelên ku li ber ronahiya nêrînên Ocalan li azadiay xwe digerin dikin."

Hozan Diyar got, "Eger Ocalan tenê ji bo Kurdan pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kiribûya dibe ku êrîşên ewqasî giran lê nehatibûna kirin" û destnîşan kir ku gelek gel Ocalan weke pêşengê xwe yê azadiyê dibînin. Hozan Diyar got, azadiya Ocalan pêkan e û bang li her kesî kir ku ji bo vê armancê bixebitin.