Wê dest deynin ser milkên Seddam û 4200 kesên girêdayî rejîmê

Hikumeta Iraqê biryar da ku dest deyne ser mal û milkên dîktatorê kevn Seddam Huseyîn û xizmên wî û 4 hezar 257 kesên ku girêdayî vê rejîmê bûn.

Lîsteya kesên girêdayî rejîmê, ji aliyê saziyê hate avakirin a ku endamên berê yên partiya Beas a Seddam Huseyîn dişopîne. Seddam Huseyîn ê ku di sala 2003’an de bi dagirkeriya DYA’yê re têk çû, di serê lîsteyê de ye. Di vê lîsteyê de zarokên Seddam Huseyîn, neviyên wî, xizmên wî jî hene.

Piştî hilweşandina rejîma Seddam milîs, hêzên çekdar û kesên girêdayî desthilatdariya nû dest danîbûn ser mal û milkên malbata Seddam û karmendên rejîmê. Bi biryara dawîn re, êdî ev destdayîn bû fermî.

Di lîsteyê de xizmê Seddam ê bi navê Alî Hasan El Mecîd jî heye. El Mecîd ê ku jê re tê gotin ‘Elî Kîmyewî’ di sala 2010’an de hatibû îdamkirin. Di lîsteyê de Tarik Azîz heye yê ku nêzî Seddam bû.

Kurê Tarik Azîz, Ziyad Tarik Azîz ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku ev gav ji bo stendina dengên hilbijartina di 12’ê Gulanê ye. Ziyad Tarik Azîz ê ku li Urdunê dijî, diyar kir ku 15 sal in zext lê tên kirin. Azîz got ku, “Me bihîstiye ku li dijî kesên sûcdar hin tişt wê têkevin meriyetê. Lê gelo çima xizm û neviyan jî dikin hedef?”