Êşkenceya li girtiyên siyasî tê kirin giran dibe
Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkenceya li girtiyên siyasî tê kirin roj bi roj giran dibe.
Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkenceya li girtiyên siyasî tê kirin roj bi roj giran dibe.
Rejîma AKP-MHP’ê ku nikare îradeya gelê Kurd û mûxalifên derdor teslîm bigire, zext û zora xwe ya li girtiyên siyasî girantir dike.
RİZE
Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan jî di nav de bi rengekî hovane êşkence li gelek girtiyan hate kirin. Arslan li girtîgehê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir û girtiyên din jî hejmartina li ser lingan qebûl nekirin êşkence li wan hate kirin. Diyar bû ku 17 girtî şandin beşa lezgîn a nexweşaneyê û Arslan jî şandine revîra girtîgehê. Arslan got ku rapora lêdanê nedane wan û provakasyona li girtîgehê didome. Arslan her wiha got, ku li girtiyan xistin heta ku ji ser hişê xwe çûn û hinek ji girtiyan ji ber lêdana giran krîza dil derbas kirine.
Girtiyê bi navê Cenk Ahmet Ultan got ku ji wan re gotine ‘pêwîste em we hemûyan bikujin’. Mehmet Saki Altın jî wiha got; “Destê me ji piştê ve kelepçekirin û piştre bi ço li pişta me dan. Li cihê ku êşkence li me dikirin kamera jî hebû.” Orhan Fîdan jî got 17 hevalên wan rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneyê.
Heyeta Platforma Hiqûqnasên Azadiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kirin wiha gotin; “Girtiyên bi navê Mehmet Arslan, Eyüp Nanto, Hamza Çakır, Metin Toprak, Mahsun Sağlam, Orhan Fidan, Kasım Dengiz, Cahit Erol, Sürmeli Eşsiz, Fevzi Bozkurt, Metin Uysal, Nurettin Vural, Mehmet Saki Altın di encama êşkenceyê de ji difin, zig û ji lingên xwe bi awayekî giran birîndar bûne.
İZMİR
Lîstikvanê şanoyê Mehmet Jiyan Elma yê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hate berdan behsa binpêkirinên li girtîgehê kir û got ku rêveberiya girtîgehê Qurana Kerîm jî nedan girtiyan.
Lîstikvanê Şanoyê Mehmet Jiyan Elma di rojên borî de ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi biryara navber de hat berdan. Elma behsa binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan kir. Elma got ku li girtîgehê her roja ku diçe li dijî girtiyan zext zêde dibe. Elma anî ziman ku girtî li dijî binpêkirina mafan û zextan her tim çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên cuda li pêk tînin û got: “Berxwedana girtiyan bi sirgûnan dişkênin. Demeka kurt beriya niha 350 girtî şandin sirgûnê. Her tim liv û tevger heye. Yên ji Şirnexê şandin sirgûnê jî rastî zextan tên. Çalakiyên girtiyan didomin.”
Elma diyar kir ku rêveberiya girtîgehê destûr nade tu pirtûkê bikeve girtîgehê û got: “Hevalên me yên Qurana Kerîm dixwînin hene. Malbatên wan ku Qurana Kerîm ji bo wan şandin jî bêhincet nedan girtiyan. Pirtûkên mîna matematîkê, ferhengên îngilîzî û gramerê jî nadin girtiyan.”
Elma destnîşan kir ku ji ber girtiyan dirûşm berz kirine, govend gerandine û çalakiya greva birçîbûnê pêk anîne bi cezayên dîsîplîn û hucreyan re hevrû mane û ji nameyan heta radyoyan her tişt qedexe kirine û destûr nadin tu tiştekî. Elma got ku her tim serdegirtina qawîşan jî pêk tê û hemû mafên girtiyan ên civakî hatine desteserkirin.
TEKİRDAĞ
Girtî Mehmet Yıldırım ê dema sewqî Girtîgeha Tekirdağê kirin, lêgerîna tazî red kir, rastî lêdanê hat. Li heman girtîgehê jî dermankirina girtiyê nexweş Çetin Tutkun jî tê astengkirin.
Mehmet Yıldırım di 23’ê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê sewqî girtîgeha Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê kirin. Li gorî agahiyên ji malbata Yildirm hatin bidestxistin di dema sewqê de bi lêgerîna tazî ya darê zorê re hevrû maye û ji ber lêgerîna tazî red kiriye hatiye derpkirin.
Li aliyê din hat zanîn ku girtiyê muebeta giran ê nexweşîna penceşêra troîdê Çetin Tutkun ê li Girtîgeha Tekîrdagê nayê dermankirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hat ragihandin ku dermankirina Tutkun bi hinceta beşên têkildar ên nexweşxaneyên Tekîrdagê û doxtor tune ne nayê kirin.
Hat zanîn ku daxwaza sewqa Tutkun a ji bo girtîgehek ku bê dermankirin her tim tê redkirin û her roja diçe rewşa wî giran û xerab dibe.
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirk a 2’ê Mijdara 2017’an, li 386 girtigehan 228 hezar û 993 girtî hene. Li girtîgehan her roj zext, derp û êşkence heye. Girtiyên nexweş jî bi mirinê re rû bi rû ne.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafê Mirovan ya 1’ê Adara 2018’an li girtîgehan hezar û 154 girityên ku tevî 11 caran rapora ‘li girtîgehê nikare bimîne’ ya Saziya Tipa Edlî (ATK) û 92 ji sedî astengdarin girtî hene. Ji van jî rewşa 402 girtiyan giran e.
ERZÎNGAN
Li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê li pêş çavên malbatan êşkence li girtiyan tê kirin. Malbatan diyar kirin ku koma ji 15-20 gardiyanan pêk tê ku rûyê xwe nixumandibû bi ço êrîşî girtiyan kirin. Hate ragihandin ku ev hefteyeke hem ji aliyê psîkolojîk hem jî fîzîkî êşkence li girtiyan tê kirin.
Diyar bu li girtîgehan her sibê koma gardiyanan a nêzî 50 kesî bi ser kawûşan de digrin û lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin.