Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya ku têkildarî serdegirtina polîsên Elman a li ser Weşanxaneya Mezopotamya ya li bajarê Neûssê daxuyaniyek da û wiha got: “Ev polîtîkaya zextê ya Elmanya, rejîma dîktator a Erdogan tîne bîra me. Serdegitinên mîna kiryarên Erdogan a li ser Weşanxaneya Mezopotamya û Pîr Muzîk, nîzîkatiyeke bêrûmetê ya li hemberî gelê me ye.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî parve kir ev tişt anî ziman: “Serdegirtin û lêgerîna îro ya Elmaya li ser Weşanxaneya Mezopotamya kirî di xizmeta kê de ye?
Ev serdegirtina li hember weşanxane û muzîka ku ji derveyî xizmetkirina ji bo zimanê Kurdî û çanda gelê me ti armancên wê yên din tine, ev kiryara hatî kirin weke gel em vê yekê qebûl nakin.
Ev kiryar û pêkanîna hatî kirin a derveyî mafê mirovan, demokrasî û azadiyê xizmeta rejîma dîkta ya Erdogan dike.
Ev helwest derveyî nirxên demokrasiyê ne, ev tê wateya êrîşeke li ser gelê Kurd ê hatî dorpêçkirin, qetilkirin û jenosîd li ser tê kirine..
Dewletên ku mêtîngeriya xwe li ser Kurdistanê kûr kirine, zextê li ser ziman, çand û nirxên wê dike, ketiye xefleta ku wê encamê bigire, lê ew encamê nagire.
Gelê Kurd ji bo çand û nirxên xwe, berdêlên giran dane û bi fedekariyên kirî bi berxwedana xwe li mêtîngeran daye qebûlkirin.
Ev polîtîkaya Elmanya, rejîma dîktator a Erdogan tîne bîra mirov. Serdegitinên mîna kiryarên Erdogan a li ser Weşanxaneya Mezopotamya û Pîr Muzîk, nîzîkatiyeke bêrûmetê ya li hemberî gelê me ye. Me ji bo rûmeta xwe ti car serî netewandiye, ji niha û şûnde em ê bi hemû fedekariyan xwedî li nirx û çanda xwe derkevin.
Ev pêkanîn weke pêkanînên Nazî Elman ya li dijî demokrasiyê ye. Ev kiryar dikeve xizmeta dîkta Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê.
Weke KCDK-E em carekî din vê kiryara dewleta Elman şermezar dikin, banga ku dev ji kiryarên dişibin vê û pêkanînên antî-demokratîk berdin dikin.
Wan vedixwînin rêzgirtinê ji bo gelê Kurd ê xwedî yek ji çand û dîroka mirovahiyê ya herî kevnar e.
Em bang li Elmanya dikin ku neyên lîstikên rejîmên dîktatoran.
Banga me ya herî mezin a ji bo gelê me ew e ku bi ruhê seferberiyê xwedî li weşanxaneya ku pirtûkên îfadeya raman, dîrok û hunera me dike û saziya me ku bi berdêlên mezin hatine avakirin derkevin. Berê xwe bidin saziyên me, bi berxwedana xwe xwedî lêderkevin.