Hikumeta Elmanyayê ya nû wê hefteya pêş dest bi kar bike. Piştî ku endamên SPD’ê ji teksta hikumeta koalîsyonê ya Angela Merkel re gotin ‘Erê’ êdî ew ê wezîr werin hilbijartin.
Hate hînbûyn ku Andrea Nahles û Olaf Scholz ên ku li ser SPD’ê ne, ji Gabriel re gotin ku, di hikumeta nû de cihê te tune.
WEKÎ WEZÎREKÎ REJÎMA AKP’Ê XEBITÎ
Sigmar Gabriel di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê de, gotinên wî tu carî hevdu nedigir. Li Elmanyayê rejîma Erdogan rexne dikir lê dema diçû Enqereyê li ber dewleta Tirk ‘bejna xwe ditewand.’
Têkildarî binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê tu gotin nekir û di sala 2017’an de xwest xwe nêzî Enqereyê bike.
Têkildarî dagirkerî û qetlîama Tirkiyeyê di nav siyasetmedarên Ewrûpayê de herî zêde Gabriel tengijî. Ji bo kêmkirina rexneyên çapemenî, raya giştî ya mûxalefetê Gabrin gotibû ku, “Heta ku hikumeta nû were avakirin ew ê plana modernîzasyona tankên Leopard jî tê de, em ê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.”
Gabriel dema li ser rojnameger Deniz Yücel bi AKP’ê re bazarî dikir jî gotibû ku, ‘Ez ji dadgehên Tirkiyeyê yên serbixwe bawer im.’