Şandeya Ewropayê serdana Kobanê kir

Şandeya Ewropayê ji bo şopandina rewşa herêmê û zehmetiyên ewlehî, lêkolînkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û piştgiriya mirovî, serdana bajarê Kobanê kir.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê li navenda xwe ya li bajarê Kobanê şandeya fermî ya Ewropayê pêşwaz kir. Armanc ji serdanê nîqaşkirina dozên siyasî, mirovî û pêşdeçûnên li herêmê ye.

Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê û hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Shirdiwan, cîgira wî Nora Friese Wendenberg, cîgirê Weqfa Rosa Luxemburgê Philipp Degenhard, nûnerê DEM Partiyê yê Saziyên Ewropayê li Strasbourgê Fayîk Yagizay û şêwirmenda Fayîk Yagizay Dr. Sara Glenn pêk dihat.

Ev serdan, bi armanca şopandina rewşa Kobanê, pergala wê ya rêveberî û gefên ewlehî yên ku pê rû bi rû dimîne, nîqaşkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û piştgiriya mirovî pêk hat.

Serdana şandeyê piştî hevdîtina li Reqayê ya bi Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman, cigîrên hevserokatiya meclîsê re hat kirin, pêk hat.