Boykotkirina malên Tirk!

Hemû Kurd divê li gorî banga boykotkirina malên Tirk û turîzma Tirk tevbigerin. Dostên Kurdan û demokrat jî divê li gorê vê banga boykotê tevbigerin. Ne tenê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, divê ev li seranserê dinyayê pêk were. 

Tayyip Erdogan û AKP di nava telaşekê de ne ku di ser dijminatiya Kurdan desthilatdariya xwe rizgar bikin. Tayyip Erdogan dîtiye ku heger desteka derdorên klasîk ên desthilatdariyê di ser dijminatiya Kurdan re bi dest nexe, nikare desthilatdariya xwe li ser piyan bigire. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, "Qanûna Tuncî" ya desthilatdarbûnê, dijminatiya bi Kurdan re ye. Ji Îttîhat Terakkiyê dest pê dike ev, ji hingê ve pişta serweriya îdeolojîk a li Tirkiyeyê hatiye avakirin, dijminatiya bi Kurdan re ye. Kirine ku ev avakirina îdeolojîk, xwe berde heta bi nava şaneyên civakê. Tayyip Erdogan niha lîteratura dîn li vê îdeolojiya berê hatiye avakirin zêde kir, maskeyê dîn lê kir, û gihand ast û buhûtekî nû. Tayyip Erdogan bi van peyv û gotarên xwe ve avakirina îdeolojîk dike dînî û wê vediguherîne muktesebata Îslamiyên siyasî. Ev yek ew e ku avakirina îdeolojîk a xwe disipêre qirkirina Kurdan yan jî avakirina Tirkîtiye qirrker bibe xwedî rûyekî nû. Ya rastî, ti tişta nû nîne; Îslama siyasî ya hevkar boyaxeke Îslamê li ya kevin xistiye.

Ev zêhniyeta qirrker û avakirina Tirkîtiyê, bi boyaxa dîn êdî bêhtir bi tehlûke ye. Nasnameya îdeolojîk a heyî, îfadeya hevparkirina tevahiya civakê li qirrkirina Kurdan e. Tayyip Erdogan û AKP´yê ji bo ku desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin, dijminatiya bi Kurdan re derxistin derveyî sînorên Tirkiyeyê jî. Siyasetekê dikin ku dijminatiyê bi Kurdên li tevahiya dinyayê re dikin. Dagirkirina Efrînê û dijminatiya bi Şoreşa Rojava re jî bi eşkereyî nîşandana vê ye. Li hemberî dagirkirina Efrînê, banga boykotkirina malên Tirk û turîzma wê hat kirin. Nexasim jî li dijî wê yekê ku Başûrê Kurdistanê di warê aborî û siyasî de dikin mêhtingeheke nû, kampanyaya "Malên Tirk boykot bikin, baregehên eskerî yên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derêxin" hat destpêkirin. Ji ber ku Kurdên ku malên Tirk dikirin, dît ku karê ku aliyê Tirk dike, weke tank, top û gule li Kurdan vedigere.

Ji Başûrê Kurdistanê bi milyaran dolar pere diherikin Tirkiryeyê. Yek ji hîmên aboriya Tirkiyeyê, mêhtingeriya li Başûrê Kurdistanê ye. Çavkaniyên ku ji vir diherikin, heger bimiçiqin aboriya Tirkiyeyê wê tavilê bikeve krîzê. Tirkiye wê bikeve rewşekê ku hew karibe çerxa aboriya şer a heyî bigerîne. Wê nikaribe di vê astê de dijminatiya Kurdan bike, êrişî vir û wir bike. Ji ber vê jî, boykotkirina malên ji Tirkiyeyê tên, û neçûna Tirkiyeyê ji bo geştê, bûye biryareke gelekî di cih de.

Lê belê, li ser bingeha nekirina xizmeta aboriya şer, divê Kurdên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî vê kampanyaya boykotkirina malan. Mirov dikare bibêje, Kurd xizan in, jixwe zêde berxwuriya wan nîne. Lê belê di nava Kurdan de çîneka navîn pêk hatiye. Ew jî beşeke girîng a civaka berxwuriyê ne. Ev tebeqeya ku xwe welatparêz dihesibîne, divê weke helwêsta beramberî siyasetên li dijî Kurdan, berxwuriya xwe kêm bikin. Divê ew ti malê bexwuriyê yê ne pêwîst û mecbûrî nekirin. Li aliyekî bi bikaranîna ên kevin dabînkirina pêdiviyên xwe, li aliyê din jî dikarin malên berxwuriya wan dikin jî kêm bikin. Li Bakurê Kurdistanê, her Kurd dikare hindiktir mal bikire; hindiktir rêwîtiyê, geştê bike. Bêguman ev boykotkirina mêl wê tesîrê li hin Kurdên ji çîna navîn jî bike. Lê belê heger ev welatparêz in, dikarin salekê diduyan xwe rewşeke wisa ragirin. Ji ber ku her çavkaniya diherike nav aboriya Tirkiyeyê, weke zext, zilm, girtin, gule û top li Kurdan vedigere; weke mirin û komkujî vedigere. Niha li Efrînê, jin, zarok û ciwan bi tank, top û guleyên artêşa dagirkeriyê ya Tirk tên qetilkirin. 

Di dema Berxwedana Gezî de berxwedêran banga bila kes salekê berxwuriyê neke, kir. Tayyip Erdogan tavilê ev xayîn îlan kirin. Ji ber ku roja me ya îro, di aboriya kapîtalîst û dezgehên şirketî bo berxweriya civakê li ser piyan dimînin. Dinyaya kapîtalîst jî bi civaka berxwur li ser piyan dimîne. Sedema wê yekê ku şirketên reklamê yek ji çerxên sereke yên aboriya kapîtalîst in, ev bi xwe ye. Ji ber vê yekê kêm berxwurî meyleke li dijî kapîtalîzmê ye. Sedema wê yekê ku kapîtalîzm civakê ji hev bela dike, û ferdperestiyê bi pêş dixe jî ev e. Di rastiyê de civaka berxwuriyê diyardeyeke li dijî çand, civak û insanetiyê ye.

Heger em li dijî dagirkeriya Efrînê ne, heger em li dijî faşîzma AKP-MHP´ê ne, heger em li dijî ne ku li hundir û derve siyaseta şer bi rê ve bibe, hingê divê em xwe dûrî wan berxwuriyan bigirin ku xizmeta van siyasetên şer dikin. Em ê hem bibêjin, em li dijî dagirkirina Efrînê ne, em li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê ne, hem jî em ê berxwuriya wan malên li ser wan dax û mohra "Malê Tirk" heye, dewam bikin! Ev ê nebe helwêsteke hevgirtî.

Hemû Kurd divê li gorî banga boykotkirina malên Tirk û turîzma Tirk tevbigerin. Dostên Kurdan û demokrat jî divê li gorê vê banga boykotê tevbigerin. Ne tenê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, divê ev li seranserê dinyayê pêk were. Kurd çawa malên Tirk boykot dikin, divê her weha dostên wan jî divê hêzên demokrasiyê li vê boykotê zêde bikin. Divê bi vî rengî jî beramberî faşîzma AKP-MHP´ê û dagirkirina Efrînê helwêst bê nîşandan.

Li Başûrê Kurdistanê rêzefilmên Tirkan tên boykotkirin. Dewletên Ereb jî ev rêzefilmên Tirkan boykot kirin. Ev jî gaveke gelekî girîng e. Ev rêzefilm hem ser rastiya desthilatdariya faşîst digirin, hem jî weke amûrên hegemonyaya çandî û navgîneke mêhtingeriyê tên bikaranîn. Ji ber vê yekê, mirov bike ku tevahiya TV´yên Tirk, Kurd, Ereb van rêzefilman boykot bikin, ev ê bibe helwêsteke din a li dijî faşîzma AKP-MHP´ê. Faşîzma li Tirkiyeyê ne tenê dijminê  Kurdan e, ew her wiha dijminê Ereb, Fars û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Lewma ne tenê Kurd, girîng e ku ev gel jî beşdarî boykotkirina malên Tirk û turîzma Tirk bibin. Boykot bi vî awayî wê tesîrkertir bibe. Ev helwêsteke ne li dijî Tirkiyeyê ye, ev helwêsteke li dijî faşîzma AKP-MHP û polîtîkayên şer e.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA