Fransa: Têkildarî bikaranîna çekên kimyewî em dikarin bersivê bidin

Wezîrê Karê  Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji qenala nûçeyan CNEWS’ê re axivî û got, rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne ew ê welatê wan bersivê bide.

Le Drîan tiliya xwe bi rapora NY’yê ve kir, ku komîsyona lêpirsînê Sêşema bihurî weşandibû û got delîl hene ku li Gutaya Rojhilat çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.

Le Drîan got ev delîl û nîşane destnîşan dikin ku çekên kîmyewî jî dikarin werin bikaranîn û got, ‘’Heke siberojê çekên kîmyewî werin bikaranîn, ev tespît bibe û ev çekên kîmyewî mirovan bikujin Fransa wê bersivê bide.’’

Drîan got di rewşeke wiha de wê DYA jî bersivê bide û got ji bo bikaranîna çekan were astengkirin wê mudahele were kirin. Drîan negot bê ka welatê wan wê çi bersivê bide.
Beriya rapora ku ji hêla NY’yê ve hatî amadekirin, hatibû ragihandin ku Serokê DYA’ê Donald Trûmp û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li hev kirine ku çeka kîmyewî were bikaranîn bersivê bidine Sûriyê.