FARC’ê xwe ji hilbijartinên serokkomariyê paş ve kişand
FARC a ku li Kolombiyayê tevgereke gerîlayan bû ji ber bûyerên şîddetê kampanyaya hilbijartinê dabû sekinandin û diyar kir ku namzetê wan ê serokkomariyê Timoşenko jî xwe paş ve kişandiye.
FARC a ku li Kolombiyayê tevgereke gerîlayan bû ji ber bûyerên şîddetê kampanyaya hilbijartinê dabû sekinandin û diyar kir ku namzetê wan ê serokkomariyê Timoşenko jî xwe paş ve kişandiye.
Tê payîn ku li Kolombiyayê hilbijartinên Serokkkomariyê di meha Gulanê de pêk were. FARC a ku ji tevgera gerîlayan xwe veguherandibû partiyeke siyasî ragihand ku wan xwe ji hilbijartinê bi paş ve kişandine. Serokê FARC’ê û namzetê Serokkomariyê Rodrigo Londonu yê bi nasnavê Timoşenko ji ber nerihetiyên wî yên tendirustiyê xwe bi paş ve kişand. Hate diyarkirin ku Timoşenko Çarşema borî ji dilê xwe emeliyat bûye.
Fermandarê kevn ê FARC’ê û namzetê senatoriyê İvan Marquez diyar kir ku ji ber emeliyatê xwe ji hilbijartinê bi paş ve kişandine.
Ji ber bûyerên şîddetê FARC’ê di meha Sibatê de diyar kiribû ku wan kampanyaya hilbijartinê dane sekinandin. Gelek êrîş li FARC’ê hebû û FARC’ê dixwest ku ji bo domandina kampanyayê ewlekariya wan were mîsogerkirin.
Ji dema ku di navbera FARC û hikumetê de peymana aştiyê hatiye îmzekirin ango ji Mijdara 2016’an û vir ve nêzî 40 gerîlayên kevn û xizmên wan hatine qetilkirin. Gelek kes bi fikar in ku ev qetlîam bidomin. Di salên 1980 û 1980’an de nêzî 5 hezar endamên Yekîtiya Welatparêz hatibûn qetilkirin a ku nêzî FARC’ê bû.