KOMAW: Jin li Efrînê dîrokê dinivîsînin
KOMAW'ê 8'ê Adarê pîroz kir û got, jin li Efrînê dîrokê dinivîsîne.
KOMAW'ê 8'ê Adarê pîroz kir û got, jin li Efrînê dîrokê dinivîsîne.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd ji roja destpêkê ve dîroka têkoşîna azadiya jinê ye." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna duh, îro jî dîroka me ya têkoşîna azadiyê li Efrînê bi pêşengiya şervanên azadiyê yên jin bi berxwedaneke mezin li dijî emperyalîzma global û faşîzma TC dîroka mirovahiyê ji nû ve dinivîsîne."
'DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞOREŞA JINÊ Û BERXWEDANÊ DERKEVIN'
KOMAW'ê 8'ê Adarê li afirînerê şoreşa jinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev bang kir: "Ji bo parastina Şoreşa Azadiya Jinê ya li Efrînê divê bê navber çalakî werin lidarxistin û xwedî li 'Berxwedana Serdemê' bê derketin ku bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê tê kirin."