Lêgerîna li Weşanxaneya Mezopotamyayê wê sibe bidome

Îro saetên sibehê polîsên Elman avêtibûn ser Weşanxaneya Mezopotamya ya li bajarê Neûss a Elmayayê. Li Weşanxaneya Mezopotamya ya lêgerîn hê jî lê dom dike, heta niha polîsan dest daniye ser nêzî 4 kamyon amûran.

Polîsan avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamya ya li bajarê Neûss ê Elmanyayê. Di serdegirtina bi hinceta li ‘Belqeyên qedexe’ digerin, polîsên ku kamyon anîn ber derê Weşanxaneya Mezopotamya, dest danîne ser hemû amûrên di hindir de.

Lêgerîna li Weşanxaneya Mezopotamya ya ku bi qismî hatî qedexekirin, îro piştî demê kar bi dawî bû û şûnde hat ragihandin ku wê sibe jî dewam bikin.

Ji bo serdegirtina dewleta Elmanya protesto bikkin, Kurdisaniyên li Dusseldor f û derdorî wê dijîn wê sibe saet 10:00’an berê xwe bidin Neûssê û çalakiya protestoyan lidar bixin.