Parêzer Firat Epozdemîr serbest hat berdan

Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Parêzer Firat Epozdemîr serbest hat berdan.

Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Parêzer Firat Epozdemî di yekem rûniştina doza xwe de bi şertê darizandina bêragirtîbûn hate berdan. Epozdemîr piştî berdana ji Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) axivî û da zanîn ku ew ê ji bo serweriya hiqûqê têkoşîna xwe bidomîne.

Firat Epozdemîr li ber deriyê girtîgehê ji aliyê gelek hempîşeyên xwe ve bi çepik û kulîlkan hate pêşwazîkirin û li vir axaftineke kurt kir û diyar kir ku wî li girtîgehê qet morala xwe xirab nekiriye.

Epozdemîr destnîşan kir ku ew bi neheqî hatiye girtin û got ku ew ê bibe dengê bi hezaran girtiyên ku bi neheqî hatine girtin û ev yek anîn ziman: “Ji bo ku ev welat wesfa xwe ya dewlata hiqûqê biparêze û mafên mirovana xurt bibin ya ji destê me tê, em ê bikin. Em ê tim li hemberî girtinên bi neheqî li ber xwe bidin.”

Firat Epozdemîr di dawiya axaftina xwe de spasiyên xwe li hemû hempîşeyên xwe û raya giştî ya piştgirî daye, kirin û da zanîn ku divê hiqûq li ser siyasetê be û got: “Edalet ji bo me hemûyan heye, têkoşîn erka me hemûyan e.”