Çalakiya li pêşiya NY’ê di roja 2. de ye: Erka te ne valakirina Efrînê ye
Kurdistanî û dostên wan ên ku di roja 2. de jî çalekiya xwe dewam dikin gotin: “Karê NY’ê ne valakirina Efrînê ye” û bang li NY’ê kir ku li gorî erka xwe bikeve nava tevgerê.
Kurdistanî û dostên wan ên ku di roja 2. de jî çalekiya xwe dewam dikin gotin: “Karê NY’ê ne valakirina Efrînê ye” û bang li NY’ê kir ku li gorî erka xwe bikeve nava tevgerê.
Kurdistanî û dostên wan yên li Swîsre dijîn, duh bi armanca protestokirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, bêdengmayîna NY’ê ya li hemberî van êrîşan û bêdengmayîna hêzên navneteweyî çalakiya bêdem a li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî yua Cenevre dayî destpêkirin di roja 2. de ye. Di çalekiyê de bal kişandin ser rexmî ku biryara agirbesta 30 roj a NY’ê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û kumkojiya li dijî sivîlên jin û zarok di nav dene dewam dike, hat diyarkirin ku NY li hemberî vê rewşa li ber çav bêdengiya xwe diparêze û ev bêdengmayîna NY’ê ji aliyê kurdan ve nayê pejirandin.
Di çalakiya gelek kes û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên bajarê Swîsre beşdar bibûn, panqartên “ Tirkiye Kurdan qetil dike, NY bêdengiya xwe diparêze”, “Duh Kobanê îro Efrîn, duh DAIŞ, îro dewleta Tirk”,”Tirkye qetil dike, Ewropa, NATO û BM bêdenge”, alên YPG, YPJ, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.
‘DEWLETA TIRK DAGIRKER E’
Di çekiya ku têde dirûşmên “Qatîl Erdogan”, “Dewleta Tirk dagirker e”, “Tirkiye qetil dike NY temaşe dike”, “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” hatin berzkirin de bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û jinên YPJ’yî yên li Efrînê berxwedan dikin.
NY Jİ BO EFRÎNÊ HEYÎNA XWE JI BÎR KIRIYE
Di çalakiyê de Hevserokê NCDK-Siwîsre Metîn Mîntaş axivî û destnîşan kir ku bêdengiya NY a li hemberî êrîş li ser Efrînê hatiye astekî wisa ku ji aliyê kurdan ve nayê pejirandin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ev 3 meh e sivîlên ku di nav de zarok jî hene qetil dike. NY jî li hemberî vê rewşê heyîna xwe ya li Efînê ji bîr dike û rolê 3 meynun dilîze”.
‘NY JI POLÎTÎKAYA VALEKIRINA EFRÎNÊ RE XIZMETÊ DIKE’
Mintaş daxuyaniyên NY ên di derbarê Efînê de jî bibîr xist û wiha got: “Dibêjin derketina gel ya ji Efrînê tê asteng kirin, em jî dibêjîn; gelê me ji herêmên din ên Rojava derbasî Efînê qaşa şer lê heyî dibin û hûn hêj dibêjin derketina sivîlan asteng dikin.”
Çalekiya Kurdistanî û dostên wan a li pêşiya NY’ê, bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk û NY dewam dike.