NAV-YEK'ê 8'ê Adarê pîroz kir

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) daxuyaniyek weşand û got, "Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û taybetî li jina Kurd pîroz dikin."

Rêveberiya NAV-YEK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybetî li jinên Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya jinê armanceke sereke ye û hate gotin, "Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd dibêje; civaka ku jin di nav de ne azad be, ew civak jî ne azad e."

NAV-YEK'ê diyar kir, têkoşîna jinên Kurd a bêhempa van çend salên dawî ji jinên cîhanên re bû mînak û bingeha şoreşa azadiya jinê û got, "Îro bi hezaran şoreşger li cîhanê têkoşîna jinên Kurd ji xwe re dikin felsefe û motîvasyon."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin û hate gotin, "Stûneke ji vê berxwedana serdemê têkoşîna YPJ'ê ye. Jinên Kurd îro dîsa, weke berxwedana Kobanê û Reqayê, bi îrade û têkoşîna xwe ya bêhempa li Efrînê dîrokê dinivîsînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em di vê roja taybet de jinên Êzîdî bi bîr tînin. Wek tê zanîn hê gelek jin, keç û zarokên Êzîdî yên di fermana 3.8.2014 de wek êsir ketin destên çeteyên DAÎŞê. Em dibêjin bila ev roj bibe pengava azadkirina jin û zarokên Êzidiyan. Her wiha, em wek sazî her cûreyên şîdeta li jinê tê kirin şermezardikin. Dîsa em dibêjin, azadiyê jinê azadiya mirovatiyê ye."