BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Boblingenê hatin bibîranîn

Bi pêşengiya FED-GEL, KOMAW û TJK-E’yê Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Boblingen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Di bîranînê de qala têkoşîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat kirin.

Li bajarê Boblingen ê Elmanyayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî bîranîna ku di bin pêşengiya FED-GEL, KOMAW û TJK-E Stuttgartê de hat lidarxistin, bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser têkoşîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ali Haydar Kaytan û Riza Altûn hatibû amadekirin hat pêşandan. Dema pêşandana sînevîzyonê de kêliyên hestiyar hat jiyîn.

Berdevkê KOMAW’ê Lokman Aslan di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya zindî hiştina têkoşîn û xeyalên şehîdan. Aslan anî ziman ku bîranîna şehîdan ne tenê ji bo wan bi bîr bînin û got ku domandina xeyalên wan ên nîvco mane û xwedîderketina xewnên wan e.

Beşdaran wêne û dîmenên qala têkoşîna şehîdan dikin bi baldarî temaşe kirin. Di bîranînê de timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.