Dozgeriya Hamburgê lêpirsîn li Cansu Özdemir vekir

Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir, ji ber ku di hesabê xwe yê Twitterê de ala PKK'ê parve kir, kete ber lêpirsînê. Partiya Çep xwest lêpirsîn tavilê bê rawestandin.

Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir, 27'ê Mijdara 2017'an peyamek bi nivîsa "Dest ji qedexeya li ser PKK'ê berdin" di hesabê xwe yê Twitterê de parve kiribû.

Bi hinceta ku di vê peyamê de ala PKK'ê heye, Dozgeriya Hamburgê lêpirsîn li Özdemir vekir. Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê li ser biryara lêpirsînê daxuyaniyek da û diyar kir, parvekirina li Twitterê hate kirin di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ye.

Koma Partiya Çep bi bîr xist ku sala 2015'an jî lêpirsîneke bi heman rengî li Özdemir hatibû vekirin û wiha dewam kir: "Aktorekî herî girîng ê siyasî yê li Rojhilata Navîn e, di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de sempatiyeke mezin dît û ji bo mafên jinê û demokrasiyê tevdigere. Divê dawî li zext/qedexekirina sembolê tengereke bi vî rengî bê anîn."

ÖZDEMIR: EZ Ê NÊRÎNÊN XWE TIMÎ BÎNIM ZIMAN

Parlamentera Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir li ser lêpirsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku lêpirsîn wê nikaribe wê bêdeng bike. Özdemir got, "Ez ê timî nêrînên xwe bînim ziman."

Özdemir destnîşan kir ku ew PYD, YPG/YPJ'ê jî mîna PKK'ê weke "rêxistina terorîst" nabîne û biryara dadgeheke Belçîkayê ya par bi bîr xist. Özdemir got, "Dadgeha biryar da ku PKK rêxistineke terorîst nîne, rêxistineke ku li Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî dike" û işaret bi bûyerên li Rojhilata NavÎn diqewimin kir.

Özdemir berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Efrînê li dijî dewleta Tirk dike bi bîr xist û polîtîkaya derve ya hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel bi tundî rexne kir.

Siyasetmedara ji Partiya Çep diyar kir ku ew ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê şopandin, ewlekariya jiyana wê nîne û got, "Min di vê mijarê de agahî da hêzên ewlekariyê yên li Hamburgê. Li Hamburgê ajanekî MİT'ê hate darizandin. Tevî hemû delîlan jî lêpirsîn li yê din nehate vekirin."

Özdemir got, lêpirsîn wê nikaribin bi wê û ti carî ji nêrînên xwe venegere.