ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Azad: Em her cihî bikin qada berxwedanê
Koordînasyona Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li ciwanan kir ku ji bo Efrînê her cihî bikin qada berxwedanê. -
'Divê em li ber NATO û Neteweyên Yekbûyî çalakiyan li dar bixin'
Di civîna partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî yên Ewropayê de ku ji bo Efrînê tê lidarxistin, bang hate kirin ku li ber avahiyên NATO û Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî werin lidarxistin. -
Li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya sivîl a ji bo Efrînê
Li balafirgeha navneteweyî ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Efrînê çalakiya bê îteatiya sivîl pêk hat. Polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 4 kes birîndar kirin. -
Li Osloyê ji bo Efrînê sê çalakî hatin lidarxistin
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo Efrînê di nava rojekê de sê çalakî hatin lidarxistin. -
Salih Muslim: Dewleta Tirk bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
Civîna sazî, partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê dewam dike, ku ji bo eşkerekirina helwesta neteweyî ya ji bo Efrînê pêk tê. -
Kongreya 3. a YJK-E li Dusseldorfê hate lidarxistin-NÛ BÛ III
3'emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dest pê kir. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê li hev civiyan
Partî, sazî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo di asta neteweyî de destekê bidin Efrînê û helwesta xwe eşkere bikin, li hev civiyan. Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç got, "Efrîn aram nebe, Ewropa jî aram nabe." -
Şervanê Bretonî yê YPG'ê li Fransayê hate bîranîn
Şervanê Fransayî yê bi eslê xwe Breton ê YPG'ê Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku 10'ê Sibatê li Efrînê şehîd bû, li bajarê Carhaixê hate bîranîn. -
Li Elmanyayê ji bo zarokên Efrînê çalakî
Meclîsa Jinan LîmArîn ku li bajarê Essîlngenê yê Elmanya xebatan dike, di bernameya 8’ê Adarê de ji bo zarokên Efrînê stand vekir. -
Li çar welatan çalakiyên ji bo Efrînê
Li gelek bajarên Swêdê û Avûstralyayê, Elmanayê û li Kanadayê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û protestokirina êrîşên dagirker ên Tirk çalaki hatin kirin. -
Va ye giştînameya nû ya dewleta Elman a li dijî Kurdan
Saziyên dewletê yên Elmanyayê, li dijî Kurdan giştînameyeke nû weşand. Giştînameya ku 29'ê Çileya 2018'an hate amadekirin, ne kêmî biryarname û qanûnên Rewşa Awarte yên rejîma Erdogan e. -
NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo Efrînê bang kir û got, "Divê em xwedî li rûmet, hebûn, dîrok, gel û axa xwe derkevin." -
Êrîşên dewleta Tirk li Ermenîstanê hatin şermezarkirin
Saziyên Kurdên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. -
Çeteyên AKP'ê gefa kuştinê li Serokwezîrê Thuringenê xwarin
Çeteyên AKP'ê gefa kuştinê li Serokwezîrê eyaleta Thuringen a Elmanyayê Bodo Ramelow xwarin. Ramelow duh bi rêya hesabê xwe yê medya civakî destek dabû berxwedana YPG'ê ya li Efrînê. -
Li Arnhemê bîranîna şehîdan
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, şervanên ku di têkoşîna dijî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Polîsên Elman dest danîn ser hezaran pirtûk û CD'yan
Polîsên Elman ku avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Multimediayê, dest danîn ser artşîva ji hezaran pirtûk, CD û stranan. -
'Ji bo Efrînê em bi milyonek kesî dakevin qadan'
KCDK-E: Niha bombe li ser Efrînê tên barandin. Ji bejahî û hewayî ve komkujiyeke mezin tê kirin. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijî wê rê nedin vê komkujiyê. -
Êrîşên dewleta Tirk li Bodensee hatin şermrezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê Bodensee yê Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
Dewleta Tirk li Nice hate şermezarkirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li Efrînê dike, li bajarê Nice yê Fransayê hate şermezarkirin. -
Kurdên li Viyanayê ji bo Efrînê meşiyan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi meşekê hatin şermezarkirin. -
Li balafirgeha Larnakayê çalakiya bê îteatiya sivîl
Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn li balafirgeha Larnakayê li hev civiyan û bi çalakiyeke bê îteatiya sivîl êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. -
Bi sedan kes li Freiburgê ji bo Efrînê daketin qadan
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê dijîn, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi rengekî girseyî şermezar kirin. -
Yûsif: Divê gelê Kurd û dostên wan li dora Efrînê bibin yek
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif, li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê banga seferberiyê li Kurdistaniyên li çar parçeyan û li derveyî welat kir. -
Kurdên li Marsilya û Marignanê ji bo Efrînê rabûn ser piyan
Kurdistaniyên li bajarên Marsilya û Marignan ên Fransayê dijîn, qirkirin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê tên kirin şermezar kirin. -
Li Linzê çalakiya bê îteatiya sivîl
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li bajarê Linz ê Awûstûryayê hatin şermezarkirin.