Redkarên wijdanî ji bo Efrînê kampanya dane destpêkirin
Redkarê wijdanî yên ji Kurdistanê û Tirkiyê ku li Ewropa dijîn, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê kampanya dane destpêkirin.
Redkarê wijdanî yên ji Kurdistanê û Tirkiyê ku li Ewropa dijîn, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê kampanya dane destpêkirin.
Redkarên wijdanî yên ji Kurdistanê û Tirkiyê ku li Ewropa dijîn li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk kampanya dane destpêkirin.
Di daxuyaniya kampanyaye de hate gotin, ‘’Li Tirkiyê ku aştiya civakî nayê geşkirin, bi tifaqa AKP-MHP-CHP’ê em dibînin ku polîtîkayên şer geştir bûne. Polîtîkayên tundiyê ku ji bo desthilatdariya xwe bidomînin 20’ê Tîrmeha 2015’an dane destpêkirin, bi helwdana dagirkeriyê ya bi ser Efrînê re berfirehtir kirin.’’
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku li welatên Ewropayê helwesteke ku destekê didine êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heye û bang li redkarên wijdanî yên Ewropayî kirin ku bihistyar bin.
‘NEBIN AMÛRA ŞER’
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Li bajarên ku em jê hatin, niha li kuçeyên wê li gel zext û zordariyan jî zarok têkoşîna jiyanê didin û em aştiyê deyndarê wan in. Ji bo vê jî em careke dî bang li zarokên gelên xwe dikin ku bibin redkarên wijdanî û ‘nebin amûra şer’’.
Adrêsa kampanyayê: