Çavuşoğlu li Viyanayê hate şermezarkirin

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu di dema Viyanayê de hate şermezarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavuşoğlu piştî serdana xwe ya Sêşemê ya li Berlînê, roja Çarşemê hate Viyanayê. Çavuşoğlu destpêkê navendeke çandê ya Tirk vekir ku dûvikê AKP'ê ye. Çavuşoğlu di serdana xwe de bi hempîşeya xwe ya Awûstûryayî Karin Kneissl re hevdîtin kir.

ÎDÎA KIR KU WÊ BI BEXDAYÊ RE LI DIJÎ PKK'Ê OPERASYONÊ BIKE

Çavuşoğlu li Viyanayê daxuyaniyek da û gefa operasyoneke din a dagirkeriyê xwar. Çavuşoğlu îdîa kir ku piştî hilbijartinên li Iraqê wê tevî Bexdayê li dijî PKK'ê operasyoneke hevpar bikin. Wezîrê Karên Derve yê Tirk got, "Em bi Iraqê bi heman rengî difikirin, operasyona li dijî PKK'ê wê piştî hilbijartinên Iraqê were kirin." Rêveberiya Bexdayê hê li ser mijarê daxuyaniyek nedaye. Hilbijartinên Iraqê wê 12'ê Gulanê bên kirin.

Dema ku wezîrê Tirk bi hempîşeya xwe ya Awûstûryayê daxuyanî dida çapemeniyê, Kurdan û dostên wan çalakiya protestoyî kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û sûcên şer ên ku dewleta Tirk dike, hatin şermezarkirin. Çalakgeran bang li hikumeta Awûstûryayê kirin ku nerazîbûnê nîşanî êrîşkariyê bide.

Balkêş e di demekê de ku têkiliya navbera Awûstûrya û Tirkiyeyê aloz e, wezîrê Tirk serdana Awûstûryayê kir. Awûstûrya di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de yek ji wan welatan e ku dixwaze danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiya yekîtiyê bi fermî bên qedandin.