BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 48'AN DE YE

'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê di roja 48'an de ye. Li gelek herêman di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Hêzên dagirker bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin.

23:20

Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê ji bo piştgirîya Berxwedana Serdemê ketîn rê, gihîştin bajarê Efrînê.

21:36

Li Cindirêsê şervanê YPG’ê ji bo dîl neyê girtin xwe feda kir

Şervanekî YPG’ê yê li dijî arêtşa Tirk a dagirker ku li navçeya Cindirês a Efrînê şer dike, ji bo ku dîl nekeve destê artêşa Tirk û çeteyên wê xwe di nava leşkeran de bi bombeyên li ser xwe, xwe feda kir.

 

20:07

QSD: Li Cindirês û Şerayê şerekî giran heye

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê weşand û diyar kir ku li Şera û Cindirêsê şerekî giran heye.

 

19:49

Artêşa Tirk a êrîş bire ser herêmên li ser xeta sînorên bajarê Serêkaniyê yê Rojava, jineke ciwan a bi navê Emîne Ebdurehman Mele Dewrêş a18 salî bi giranî birîndar kir.

17:57

Balefirên şer ên Tirkiyeyê gundên Meryemînê,  Qurtqulaqê û Qera Tepê yê Şerayê bomberdûman kir. Hate diyarkirin ku balefiranbi kêmanî 10 caran gund bomberdûman kirine.

Di heman demê de li gundên Qurtqulaqê û Qera Tepê di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şerekî giran heye.

16:30

Li derdora gundê Metîna yê Şerayê di encama çalakiyekê de 7 tîmên taybet ên artêşa Tirk hatin kuştin.

15:46

 

15:41

Bi hezaran kesên duh ji Cizîrê ber bi Efrînê ve bir ê ketin, çav li rê ye ku piştî çend saetên din bigihêjin Efrînê.

 

14:54

Li qada navbera gundên Marskê û Kefercenê yên Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.

13:32

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên Tirk jî bombeyan li navçeyê dibarînin.

13:31

Artêşa Tirk bombe li parzûngeha avê ya li Şerayê barand. -ANHA

11:40

Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda Efrînê dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 48'an de ye.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û topan bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne. Artêşa Tirk a dagirker îro danê sibehê top avêt navenda Efrînê.

Dîmenê vê bomberdûmanê ji aliyê nûçegihanan ve hate kişandin.

 

10:55

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe topan diavêjin gundê Tirinde yê li navenda Efrînê û Çiyayê Leylûnê yê li Şerawayê.

10:55

 

10:55

 

10:52