Dewleta Tirk ji bo Efrînê hê nekariye ku 'delîlekê' nîşan bide!

Hinceta dewleta Tirk a li ser êrîşên li ser Efrînê, ‘’ez mafê parastina rewa bi kar tînim’ ji hêla meclîsa Elman ve pêbawer nehate qebûlkirin. Daîreya Xizmetên Zanistî ya bi ser meclîsa Federal ve got, ‘ji bo parastina rewa ti delîleke berbiçav tine’.

Hikûmeta Elman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, li bara komkujiyên wan ti daxuyaniyeke cidî nedayî bi rengên ne rasterast fikarên xwe diyar dike.

Piştî êrîşên 20’ê Çile yên ku Tirkiyê bi ser Efrînê de anîn, bi rengê ‘Ev operasyon li gorî xala 51’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî, bi çarçoweya parasrtina rewa tê kirin’ agahî dabû Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî.

Parlamenterê Partiya Çepgir Alexander Neu li meclîsa federal serî li Daîreya Xizmetên Zanîstî dabû, ku weke ‘şandeya zanyar’ tê qebûlkirin û pirs kiribû bê ka ev îdîayên Tirkiyê rast in yan na.

Daîreya Xizmetên Zanistî bersiveke nivîskî da Parlamenter Neu û ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê got, ji bo daxuyaniya ‘parastina rewa’ ti delîlên şênber nehatine dîtin. Li gorî belgeyên di dest televizyona ARD’ê de pisporên meclîsa federal wiha bersiv dan:

‘’Ew babeta ku Tirkiye mafê parastina rewa bi rengekî berbiçav xwe dispêrê kîjan êrîşan çekdar, li ser diyardeyên berdest zelal nebûye. Dikeve ser NATO’yê ku ji endamê NATO’yê, Tirkiyê delîlên berbiçav bixwaze û armancên stratejîk ên leşkerî yên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê bişopîne û bixwaze ku ji vê armancê biqere.’’

‘ELMANYA Û NATO BI BÊDENGIYA XWE DIBINE HEVKARÊ SÛC’

Piştî daxuyaniya daîreya fermi ya meclîsa federal Neu li dijî hikûmeta federal a bi pêşengiya Merkel û NATO’yê helwesteke tund diyar kir. Siyasetmedar got Elmanya û welatên dî yên endamên NATO’yê li dijî van êrîşên Tirk bêdeng dimînin û got, ‘’Li gel ku ti zemîneke wê ya berbiçav nîn e jî, bêdengiya li bara vê êrîşê hevkariya li sûc e.’’

Neu got li gel tespîta zanistî jî Wezîrê Karê Derve Gabrîel hê jî behsa modernîzasyona tangên Leopard ên artêşa Tirk dike û got, ‘’Hikûmeta federal heke naxwaze bibe piştgirê vê êrîşa ku tê maneya binpêkirina yasayên navdewletî dive demildest dawî li vê hevkariya xwe ya çekan a bi Enqerê re bîne.’’

Daxuyaniyeke dî ya hevşib ya mîna ya şandeya zanyar a meclîsa federal, dema ku hikûmeta federal bersiv dabû pirsnameya AfD’ê jî derketibû hole. Lê li gel van daxuyaniyan jî Elman jî hê jî bi dengekî bilind negotiye Tirkiye, ‘dawî li êrîşên xwe bîne’. Beriya êrîşa ser Efrînê dewleta Tirk îdîa kiribû ku YPG rokêt avêtine Hataya û Kilîsê.