ROJEVA 30'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Remzî Kartal agahî li ser pêvajoya Kongreya 12'emîn a PKK'ê parve kir û anî ziman ku têkoşîn dewam dike, ji bo avakirina civaka demokratîk jî divê her kes bi berpirsyariyê rabe.

Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê bal kişandin ser berpirsyariyên dewletê û destnîşan kirin ku ji bo firsenda aştiyê ji dest neçe divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Parlamenterê Die Linke yê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku eger hikumeta Elman piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be.

Parêzera girtiyê nexweş Soydan Akay ku piştî taloqkirina çar caran hate berda, Esra Bîlen diyar kir ku divê Saziya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bê rakirin.

Aktîvîsta TJA'yê Arzû Karaman ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' ya 31'ê Gulanê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Gelekî girîng e ku jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin."