Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk a mêtinger bi desteka dewleta Rûs êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Efrînê didomîne.
KCDK-E destnîşan kir ku Rûsya bi desteka xwe ya ji bo Erdogan her wiha destekê dide dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Efrîn ev 47 roj in ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û azadiyê li ber xwe dide û hate gotin, "Berxwedana Efrînê berxwedana parastina nirx û paşeroja çar parçeyên Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a mêtinger bi desteka Rûsyayê dixwaze li tevahiya Kurdistanê jenosîdê bike. Hikumeta faşîst a AKP'ê ji bo vê armancê hemû derfetên dewletê li hundir û derve bi kar tîne û dixwaze berxwedana Efrînê bişikîne. Li dijî gelê Kurd êrîş û şerekî gemarî dike.
Di serî de gelê Kurdistanê em bang li hemû mirovên bi rûmet û xwedî wijdan dikin, bang li dostên gelê Kurd dikin ku ji bo pêşîgirtina li vî şerî, berxwedanê geş bikin û polîtîkayên gemarî yên Rûsyayê teşhîr bikin. Vekirin qada hewayî ya Sûriyeyê ku di kontrola Rûsyayê de ye, bû sedem ku Tirkiye li Efrînê jenosîdê bike, gund û bajarokan talan bike. Rûsya berpirsyarê sereke yê vê yekê ye."
Di daxuyaniya KCDK-E de hate ragihandin ku heta Rûsya dest ji vê siyaseta xwe ya qirêj berde, wê bi çalakiyan dewletên Tirk û Rûsyayê şermezar bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû navendên civaka demokratîk û pêkhateyên KCDK-E ên li hemû welatan hate kirin ku 9'ê Adarê roja Înê li ber nûnertiyên dewletên Tirk û Rûs li hev bicivin û van her du dewletan protesto bikin.