Parêzer Bîlen: Desteyên Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

Parêzera girtiyê nexweş Soydan Akay ku piştî taloqkirina çar caran hate berda, Esra Bîlen diyar kir ku divê Saziya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bê rakirin.

ESRA BÎLEN

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehê ji sala 2021'ê û vir ve mohra xwe daniye binê gelek bêhiqûqiyan. Yek ji wan bêhiqûqiyan jî pêvajoya heta berdana Soydan Akay bû.

Soydan Akay ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û piştî têkoşîna hiqûqî 12'ê Gulanê piştî 32 salan hate berdan. Akay ku li hemberî nexweşiyên kansera prostat, romatoid artrit, hepatit B, hipertansiyon û dil li ber xwe da, tenê meha Adarê 7 caran rakiribûn nexweşxaneyê. Li gel ku sala 2023'an mafê Akay ê berdana bi şert hebû jî berdana wî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê çar caran hatibû taloqkirin. Parêzera Soydan Akay û endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Esra Bîlen li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Esra Bîlen anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş û mafê wan ê jiyanê bi qasî ku ji kêfiyeta hêzên ewlekariyê re neyê hiştin girîng e, lewma di guhertina înfazê ya nû de divê xala qanûnî ya vê kêfiyetê ji holê bê rakirin.

Parêzer Esra Bîlen diyar kir ku yek ji çavkaniyên biryarên kêfî û bê hiqûqî yên li girtîgehan Desteya Çavdêrî û Îdareyê ye û got, "Ev deste li gel ku sala 2005'an hatin avakirin, sala 2021'ê erkên wan hate zêdekirin. Ji ber ku di sala 2021'ê de diviyabû girtiyên siyasî yên di salên 1990'î de hatin girtin û 30 salên xwe temam kirin, bihatina berdan. Ji bo pêşî li vê berdanê bê girtin, Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ava kirin ku li şûna dadgehan karîbûn biryarê bidin û pêşî li azadiya mirovan a bi rengekî neheqî bigirin."

Esra Bîlen destnîşan kir ku jinûve nirxandin û sererastkirina Desteyên Çavdêrî û Îdareyê li aliyekî, divê ev deste bi temamî ji holê bêne rakirin û got, "Eger hebûna wan wê dewam bike jî divê bi rengê sala 2005'an be, bi erkên kêm be. Li nava van desteyan, li beşeke wan dozgerê komarê hebe jî li nava hinek ji wan hiqûqnasek jî nîne; lê belê li ser azadî û ewlehiya jiyanê ya mirovan, her wiha li ser gelek mijaran xwedî erk e. Halbûkî li ser astengkirina hin mafan tenê dadgeh dikare biryarê bide. Dema ku ev erk kete destê îdareyê, me dît ku ev erk ji bo neşariyê hatiye bikaranîn."