Hediye Yûsif: Dewleta Tirk wê di vî şerî de bi ser nekeve

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif destnîşan kir ku Kurd ne Kurdên 500 sal berê ne, lewma bi lehengî welatê xwe diparêzin.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif li ser êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên ji bo dagirkirina Efrînê ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re axivî.

Yûsif bi bîr xist ku di nava 47 rojê bihurî de li dijî dewlet Tirk û rêxistinên wê yên terorê, gelê Efrînê bi lehengî li ber xwe da û got, "Kesî hesabê vê nedikir. Berxwedana mezin a Efrînê hin encam bi xwe re anî. Yek ji van, pêkhatina yekîtiya gelê me ye. Li gel vê yekê yekîtiya gelên Bakurê Sûriyeyê ku daxwza jiyaneke azad û demokratîk dike xurtir kir. Wekî din, heta astekê bêdengiya hêzên navneteweyî şikand. Ji xwe ew bêdengî dihate wateya hevpariya dagirkeriyê. Belê tevî vê berxwedanê hê li qada navneteweyî biryarên şênber nehatine dayin, lê belê gelên me yên azadîxwaz li çar aliyên cîhanê rabûne ser piyan û bi rengekî xurt li ber xwe didin. Neteweyên Yekbûyî çend roj berê ji bo tevahiya Sûriyeyê biryara agirbestê da. Ji Fransayê hinekî deng derket. Çiqasî qels jî be, ev hemû bi saya berxwedana gelê me pêk hat."

Hediye Yûsif li ser nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê ev nirxandin kir: "Rejîma Sûriyeyê gelekî qels e. Bandoreke xwe li ser rûyê erdê nîne. Ji xwe eger bandora xwe hebûya wê heta niha helwesteke xurtir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bida. Eger ji rejîma Sûriyeyê bihata wê li Cerablûsê, li Babê pêşî li dagirkeriyê bigirta. Tevî ku îro hewl dide li Efrînê hin gavên qels biavêje jî têrê nake. Nikare derkeve derveyî biryarên Rûsyayê. Halbûkî hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê di asta dagirkeriyê de ye û ev yek weke nêrîna fermî ya dewletê hate bilêvkirin. Lê belê bi qasî ku nikaribe gavê biavêje qels e. Yê ku rê dide van êrîşên dagirkeriyê û van êrîşan sor dike Rûsya ye. Yê ku niha xaka Sûriyeyê diparêze gelê me ye."

Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd ne gelê beriya 500 salî ye û got, "Haya gelê Kurd ji welat, ax, hebûn û nasnameya xwe heye. Ji xwe ji ber ku haya gelê Kurd ji vê heye îro bi lehengî li ber xwe dide û axa xwe heta dawiyê diparêze. Gelê Kurd beriya her tiştî nema dagirkeriyê qebûl dike. Bila dagirker nekevin nava xewn û xeyalan ku kengî bixwazin dikarin axa me dagir bikin, demografiya wê biguherîne û lê bi cih bibe. Gelê Kurd wê ti carî vê qebûl neke."

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif di axaftina xwe de peyamek da civaka Tirkiyeyê jî û got, "Tifaqa Erdogan-Bahçelî Tirkiyeyê dixe nava felaketê. Yanî divê gelê Tirk bibîne ku ti feydeya xwe li wan nîne ku li ser axa Kurdan mala xwe lê bikin. Bi xerakirina mala Kurdan hûn nikarin ji xwe re malekê çêbikni. Hûn ê nikaribin di vî şerî de bi ser bikevin. Berdêla vî şerî wê ji bo Tirkiyeyê giran be. Eger Tirkiye ji bo berjewendiya partiyekê dide ber çavên xwe ku bi hezaran ciwanan ji dest bide, wê wextê gelê me xwedî wê rêxistinbûn û hêzê ye ku li ber vê rabe. Em ji civaka Tirkiyeyê re vê dibêjin: em cîranê hev in, em dikarin bi têkiliyeke gelekî baş, dostane û wekhev a cîrantiyê bijîn. Lê belê eger wê timî berê tivingê bidin me, wê çaxê em ê jî yên çekê nîşanî me didin weke dijmin bibînin û gelê xwe biparêzin. Em li bendê ne ku civaka Tirkiyeyê li dijî vê felaketa ku AKP tîne serê wan helwestê nîşan bide."