Heyva Sor: Ji bo alîkariya Efrînê em seferber bibin
Serokê Heyva a Sor a Kurdistanê yê Swîsreyê Lezgîn Ornek got, “Pêdiviya gelê Efrînê bi alîkariyê heye. Roj ev roj e ku em berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
Serokê Heyva a Sor a Kurdistanê yê Swîsreyê Lezgîn Ornek got, “Pêdiviya gelê Efrînê bi alîkariyê heye. Roj ev roj e ku em berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
Kampanyaya saziyên alîkariyê ya Kurdan ên li Ewrûpayê didome.
Heyva a Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê îsal sala xwe ya 25’emîn pîroz dike. Saziya ku 25 sal in gelek proje li dar xistiye, ji bo alîkarî û hevgirtina Efrînê ligel saziyên alîkariyê yên din ên Kurdan kampanya da destpêkirin.
Serokê Heyva a Sor a Kurdistanê yê Swîsreyê Lezgîn Ornek têkildarî kampanyayê agahî da ANF’ê û banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê li Kurdistanî û dostên wan kir.
‘LI EFRÎNÊ BERXWEDEKE BI HEYBET HEYE DIVÊ EM JÎ LI VÊ DERÊ BIBIN BERSIV’
Ornek got ku, “Em vê kampanyayê tevî dildarên saziya xwe û bi saziyên welatparêz ên Kurdistanî dikin. Heta niha nêziktêdayîneke cîddî heye. Ji ber berxwedana Efrînê gelê me bi dilgermî nêzî vê kampanyayê dibe û alîkariyên xwe teqsîr nake. Xebatên me li her dera Swîsreyê didome.”
Ornek diyar kir ku dema gel pere dişînîn ser hesabên wan ên bankeyê bi kîjan zimanî dibe bila bibe, bila ‘bexş’ binivîsin, bes e.
‘PÊDIVIYA GELÊ EFRÎNÊ BI ME HEYE’
Ornek got ku, “Saziyên li Efrînê diyar kirin ku pêdiviya wan bêtir bi nexweşxane, amûrên tibbî û malzemeyên lezgîn ên jiyanê hene. Ji bo temînkirina van tiştan em seferber bûne. Em bang li Kurdistanî û dostên xwe dikin ku bila alîkariyê bidin Efrînê. Pêdiviya gelê Efrînê bi me heye, divê em peywira xwe ya mirovayetiyê bi cih bînin.”
AGAHIYÊN TÊKILIYÊ
Kesên ku dixwazîn tevlî kampanyaya ji bo Efrînê bibe, dikare bi van rêyan xwe bigihînin kampanyayê:
“Switzerland / İsviçre / Swîsre / Schweiz
Kurdistan Rote Halbmond Schweiz – Croissant Rouge du Kurdistan Suisse (Heyva Sor a Kurdistanê Swîsre)
Address/Anschrift/Navnîşan:
Passage de Montriond 3-5 1006 Lausanne
Tel: +41-798635044
E-mail: [email protected]
Account/Hesap/Konto:
Bank Cler
Konto. Nr: 40-008888-1
IBAN: CH55 0844 0257 1924 1200 1
BIC/SWIFT: COOPCHBB