Efrînê singekî wiha kutaye, kî dikare derxîne bila derxîne!

Di Zindana Amedê de Kemal Pîr ji serbazê faşîst ê Tirk Esat Oktay Yildiran re gotibû,”Me  singekî wiha kutaye dewleta Tirk, heke hûn dikarin derxînin, kerem bike derxînin.”

Niha jî bi heman awayî li Efrînê singek li mêtingeriya Tirkiyeyê tê kutandin, kî dikare derxîne bila derxîne.

Divê em bibêjin ku berxwedana li Efrînê bi serfiraziyê tacîdar bûye. Dewleta ku îddîa dike ew duyemîn artêşa mezin a NATO’yê ye, Tirkek beramberî cîhanê ye û neviyên Osmaniyan e, bi hemû teknîk û hêza xwe ya leşkerî li dijî axekê seferberiyê dide destpêkirin û şer dike. Dewlet balefir, tank û topeke wê li ku hebe dişîne ser Efrînê. Baş e ku Efrîn ne nêzî behran e, yan na ew ê hemû keştiyên xwe yên seravê û binavê bianîna Efrînê. Li ku derê JOH, POH, leşker, polîs cerdevan hebin, hemû kom kirine û anîne Efrînê. Şev û roj bi bikaranîna teknolojiyê êrîşî Efrînê dike. Artêşa ku ji xwe re dibêje ez duyemîn artêşa NATO’yê me, xwe dispêre çeteyên DAÎŞ-El Kaîdeyê û dixwaze têkeve Efrînê.

Ev neviyên Osmaniyan êrîşî Efrînê dikin lê çawa Efrîn 50 roj in bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dide.

Li gorî gotinên neviyên Enwer Paşa Efrîn cihekî wisa ye ku aqilê kesî nagihêje. Bi qasî nîvê Rûsyayê ye.  Teknolojiya wan bi qasî ya Amerîkayê ye. Wekî Koreya Bakur çekên wan ên kimyewî heye û gelek moşekên wan hene. Nifûsa wê bi qasî Çînê ye, şervanên wê wekî artêşa Îsraîlê perwerde bûne, gelek tunel, şikeftên wan hene! Stargehên wan ên wisa hene ku bombeya atomê jî nikare bandorê lê bike û ev stargeh wan ji êrîşên balefiran, tank û topan diparêze!

Erdoğanê dizek, virek, sixtekar û dizê mirîşkan bi vî awayî qala Efrînê ji Tirkan re dike.  Qaşo ew ê di du saetan de bi dest bixistina, lê 48 roj derbas bû.  Efrîn tena serê xwe 48 roj in li ber xwe dide.

Efrîn bi xwe 6 bajarok û 364 gundên wê hene, ser û binê wê çend hezar kîlometre ax e. Lê cihê ku nîjadperestan li dijî wê seferberî îlan kirine, hemû ev e!

Li cîhanê mirov li ku derê ji kê bipirse wê bibêjin ku heke 48 rojan dewletekê nikaribe navçeyekê bi dest bixe, li wê derê ew dewlet têk çûye. Dixwazî bila êdî têkevin Efrînê, bila tarûmar bikin. Lê êdî tu tişt ew ê ne wek berê be.

Erê, Efrînê ji niha ve singek kutaye artêşa ‘xurt’ û serokkomarê wê yê mêtinger û koma wan a nîjadperest, heke dikarin derxînin bila derxînin!