Rejîma Sûriyeyê zêdeyî 50 ji sedî yê Xota kontrol kir

Rejîma Sûriyeyê zêdeyî 50 ji sedî yê Xota Rojhilat ku nêzî paytext Şamê ye kontrol kir.

Operasyona li Xota Rojhilat roja 18'ê Sibatê dest pê kir. Rejîm li gel bomberdûmaneke giran li Xota Rojhilat bi lez bi pêş ve çû.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, zêdeyî 50 ji sedî yê Xota Rojhilat ji aliyê rejîmê ve hatiye kontrolkirin.

Rejîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsya û Îranê dixwaze vê herêmê bi temamî kontrol bike. Rejîma Beşar El Esad niha bajarê Duma ku mezintirîn bajarê li Xota Rojhilat e û navçeyên li rojavayê herêmê bi pêş ve diçe. Herêmên li rojhilat û başûrê rojhilat ê herêmê ji destê komên çekdar hatin derxistin.

Li gorî Saziya Çavdêriyê, roja Çarşemê herî kêm 45 sivîl hatine kuştin ku 4 ji wan zarok in. Hate ragihandin ev sivîl bi êrîşên Rûsyayê hatine kuştin. Ji 18'ê Sibatê ve ji ber bomberdûmana hewayî û topbarana rejîmê tê gotin ku zêdeyî 850 sivîl mirine.