NAV-DEM: Em serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar dikin
NAV-DEM’ê serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar kir û diyar kir ku Elmanya li dijî Kurdan zextên xwe zêde kiriye.
NAV-DEM’ê serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar kir û diyar kir ku Elmanya li dijî Kurdan zextên xwe zêde kiriye.
NAV-DEM’ê serdegirtina Weşanên Mezopotamyayê şermezar kir û diyar kir ku Elmanya li dijî Kurdan zextên xwe zêde kiriye. NAV-DEM’ê ev tişt diyar kir:
“Di demên dawîn de Elmanya ji xeynî ku çekan dide Tirkiyeyê, êrîşên xwe yên li ser Kurdan jî zêde kiriye.
Polîsên Elmanyayê duh li bajarê Erfurtê yê Thüringenê yê Elmanyayê li dijî komên çepgir ên Elmanyayê yên nêzî Kurdan operasyonek dabûn destpêkirin û li 5 mal û buroyan lêgerîn pêk anîbûn. Di heman demê dest danîbûn ser gelek malzemeyan jî.
Polîsên Elmanyayê îro jî girtin ser Weşanên Mezopotamyayê.
‘LI DIJÎ KURDAN BAZAREKE QIRÊJ DIKIN’
Dewleta Elmanyayê heman metodên zextên yên Tirkiyeyê pêk tîne. Wezareta Karê Hundir a Federal bi rêya giştînameyan qedexeyan pêk tîne û zextan dike.
Tu tişt ne tesaduf e. Kîngê rayedarekî Tirkiyeyê tê Elmanyayê yan jî rayedarekî Elmanyayê diçe Tirkiyeyê di civînên xwe de li ser Kurdan bazarên qirêj dikin.
Di vê pêvajoya hesas de divê gelê me xwedî li saziyên xwe derkeve û li hemberî hemû êrîşan divê li ber xwe bidin.”