Çapemeniya AKP’ê Cerablûs kire navçeya Dîlokê!

Kirinên dagirker ên rejîma AKP’ê yên li Rojhilata Navîn, di zimanê çapemeniya Tirk de jî xew nîşan dide.

Medyaya AKP’ê dema ku nûçeya bombeyî ya bi wesayitê ya Cerablûsê ya Bakurê Sûriyê da, Cerablûs weke ku navçeyeke Dîlokê be da. Di nûçeyan de hate gotin, ‘’Li Dîlok, Cerablûsê Êrîşa bi Wesayita Bombekirî: 8 Mirî, Gelek Birîndar’’.

SOYLU GOTIBÛ, ‘ME QEYMEQAM DANIYE SER’

Wezîrê Navxwe yê Tirk , Süleyman Soylu jî di daxuyaniyekê de ku meha Çile dabû, gotibû ew qeymeqam danîne ser Cerablûsê û got, ‘Ez bi nasnavê Wezîrê Navxwe dibêjim li Ezaz, Cerablûsê, Mareyê qeymeqamê me heye, midûrê me yê emniyete heye, fermandarê me yê jandarma heye.’’