Polîsên Elman bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin
Polîsên Elman, li bajarê Neussê bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin.
Polîsên Elman, li bajarê Neussê bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê de girtin.
Vê Sêşemê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu çûbû Berlînê, balkêş e ku piştî vê serdanê polîsên Elman bi ser weşanxaneyê de girtin. Polîs hê jî weşanxaneyê seh dikin, li ser vê serdegirtinê agahiyên berfireh hê nehatine standin.
Polîsên Elman piştî serdena Çavuşoğlu li eyaleta Thüringenê, li bajarê Erfurtê bi ser komên çepgir de girtibûn ku destek didana Kurdan. Polîsan bi ser 5 mal û bûroyan de girtibûn.