Sydneyê piştgirî da Efrîn: Lezgîn bikevin nava tevgerê!

Li Sydneyê ji bo Efrînê civîneke ya çapemeniyê hate lidarxistin, li dijî qetlîamên dewleta Tirk a dagirker banga lezgîn a ketina tevgerê hate kirin.

Li ser navê Partiya Keskan Parlementer Jamîe Paker li Parlementoya Eyaleta Nswê bi nûnerên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî re ji bo Efrînê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

‘DIVÊ DERDORÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN’

Peker bi gotina: “ Îro ji bo bûyerên li Efrînê rû didin, ji bo bibin dengê gelê Efrînê li vir kom bûne” dest bi axaftinê kir û wiha got: “ Ji bo em li dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk bêdeng nemînin li vir in. Di be me pir dûr bin lê sînor astengiyan ji bo em çênake; dil û hestên me li gel berxwedêrên Efrînê ye. li ser navê Partiya Keskan Zelanda-Avûstralyayê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar dikim. Em li bir bang li Hikûmeta Avûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî, DYA û welatên Yekîtiya Ewropa dikin, divê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk bêdeng nemînin û ji bo Neteweyên Yekbûyî biryara agirbesta ku ji bo mehekê li Sûriyeyê were pêkanîn bixe meryetê, xwedî li wê biryarê derkeve.”

 ‘KAL, ZAROK TÊN HEDEFKIRIN’

Mîra Îbrahîm a li ser nav malbatên Efîrnê axivî jî got: “Ya ku îro dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê dike, qirkirina kêmenewan e. Bê ku bêjin, jin, kal û zarok sivîlan dikin hedef. Dixwazin Efrînê vala bikin lê wê bi ser nekevin. Di vê tu kes li dijî qirkirin û talankirina dewleta Tirk bêdeng nemîne.”

‘KÎ DIXWAZE ÇI BIKE DIVÊ ÎRO BIKE’

Aktivîsta Kurd HAwzhîn Azeez jî bal kişand bêdengiya welatên Ewropa hêzê dide Erdogan û got: “Wê gelê Efrînê li ber xwe bide. Kî dixwaze çi bike bila îro bike; sibe pir direng e.”

Li ser navê NCDK jî Brusk Aeîverî jî gelê Kurd rû bi rû yê komployeke navneteweyî ye û bang li gel kir ku hevgirtina xwe xurt bikin.