Li Swêd û Norveçê ji bo Efrîn li kolan in

Li bajarê Goteborg ê Swêd û Stavanger ê Norveçê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hikûmeta Tirk û Rûsya hatin protestokirin, berxwedan hate silavkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ê Swêdê ji bo şermezarkirina hikûmeta Rûsya ya ku qetlîam û êrîşên qirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê erê kiriye, heta Sefaretxaneya Rûsya meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî ji bo êrîşên qirker û qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê protsto bikin û Berxwedana Serdemê silav û piştgirî bikin li navenda bajêr li cihê ku kon lêhatî vedan kom bûn. Çalakvanan pankarta bi nivîsa “Efrîn ne bi tenê ye” û wêneyên sivîlên ku şehîd bûne hildan û dest bi meşê kirin.

Kurdistaniyên ku piştî meşa 4 km gihîştin pêşiya Sefaretxaneya Rûsya. Li vir dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrîn”, “Bijî YPG/YPJ”, “Qetlilkirina Zaroka Rawestînin” û “Kujer Erdogan, hevkar Pûtîn” qîrkirin.

STAVANGER

Li bajarê Stavanger Kurd û dostên xwe jî çalakî lidar xistin. Li pêşiya baregeha leşkerî ya NATO’yê ji bo piştgirîkirina Efrînê meşek lidar xistin.

Çalakvanan dosyaya ku têkildarî êrîşên dagirkerî û qetlamên dewleta Tirk a li ser Efrînê pêşkêşî rêveberên NATO’yê kirin.