Li Parlementoya Fransayê civîna li ser Efrînê

Li Parlementoya Fransayê têkildarî êrîşên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Laurent di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Em dixwazin Serokkomar û wezîrê karê derve înîsiyatîfê bistîne.”

Li Parlementoya Fransayê têkildarî êrîşên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst û senator Pierre Laurent, parlementerên Partiya Komunîst Paul Lecoq civîn organîze kirin. Li ser navê saziyên Kurdan Berpirsê Karê Derve yê CDK-F Agît Polat û li ser navê nûneriya Tevgera Jinên Kurd Nursel Kılıç tevlî civînê bûn.

Serokê Komeleya France Kurdistan Sylvie Jan, parlementer Clementine Autain û François Pipponi jî di nav de gelek kes beşdarî civînê bûn.

Parlementerê Partiya Komunîst Paul Lecoq diyar kir ku partiya wan ji roja destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê ji bo êrîş werin sekinandin, di nav hewldanên dîplomatîk de ye. Lecoq got ku, “Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyekê çi ji destê me tê, em dikin. Me duh jî li Senatoyê banga bihistyariyê kir.”

Lecoq bi bîr xist ku hikumeta Fransayê Gûtayê derdixe pêş li heman tişt li Efrînê jî heye û diyar kir ku ji bo pêkanîna biryara NY a agirbestê divê hikumet têkeve nav hewldanan.

Senator Pierre Laurent jî diyar kir ku li hemberî êrîşkariya Erdoğan divê mirov têkeve nav hewldanan û bal kişand ser bêdengiya di çapemeniyê de.

Berpirsê Karê Derve yê CDK-F Agît Polat jî bîlançoya şerê li Efrînê da û diyar kir ku medya van êrîşên li ser gelê sivîl nabîne û got, “Ev bêdengî li Efrînê mirovan dikuje. Ev bêdengî cesaretê dide Erdoğan.”

Li ser navê nûneriya Tevgera Jinên Kurd Nursel Kılıç jî got ku, “55 roj in li ser zarok, jinan êrîşeke mezin heye. Di sala 2014’an de Fransayê jinên têkoşer ên li herêmê silav dikir, îro jî heman kes li ber xwe didin. Kesên duh li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe didan  îro jî li hemberî Tirkan li ber xwe didin.”

Di civîna çapemeniyê de piştî pêşkêşiyan, pirs hate kirin. Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst û senator Pierre Laurent  li ser hin pirsan diyar kir ku divê  saziyên navneteweyî berpirsyariya Tirkiyeyê bînin bîra wê. Laurent diyar kir ku ew bi hikumet , serokkomar jî tê de bi gelek saziyan civiyane û got, “Em dixwazin Serokkomar û wezîrê karê derve înîsiyatîfê bistîne.” Laurent got ku, “Erdoğan bi tenê Efrînê nake hedef. Em dizanin ku ew hemû herêmên Kurdan dike hedef. Bi vî tiştî re ew ê komên cîhadîst li herêmê komkujiyeke mezin pêk bînin, gelo ew ê Fransa û welatên Ewrûpayê li dijî vî tiştî têbikoşin an na? Ji roja şemiyê û vir ve di çapemeniyê de jî bêdengiyeke mezin heye. Ev nayê qebûlkirin. Qala qutkirina av û elektrîkê tê kirin, lê medya vî tiştî jî nade.”

Parlementer Jean Lecoq jî got ku, “Fransayê berê ji jinên Kurd ê têkoşer re digot  ‘em we pîroz dikin’ divê Fransa a niha jî bibêje ku ‘Em ê we biparêzin’ Divê em vî tiştî bînin bîra Fransayê. Divê Fransa di warê leşkerî, polîtîk û dîplomatîk de mudaxele bike.