Platforma Xwedîderketina li Efrînê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku 19’ê Adarê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê wê çalakiya girêva birçîbûnê bikin. Parlamenter şaredar û gelek rewşenbîr jî wê tevlî çalakiyê bibin.
Her wiha di navbera 19-23’yê Adarê, wê li Brukselê û gelek navendên Ewroapyê çalakî werin kirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ev 56 roj in êrîşên xwe yên ser Efrînê didomînin û li dijî vê gelê Efrînê berxwedaniyeke mezin nîşan dide. Platformê got, "Heta niha gelek çalakî û hevgirtina mezin çêbûye. Lê ev têrê nake. Ji bo jenosîda artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê were rawestandin pêdivî bi destek û xwedîderketina zêdetir heye."
'RÛSYA HEVKARÊ KOMKUJIYAN E'
Bi berdewamî hate gotin Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûr-Sûryan, Ermen, Êzîdî, Elewî, Xiristiyan, Misilman, Ewropî yên pêşverû demokrat bi rojane li ser piyan in û wê berxwedaniya xwe bidomînin.
Her wiha hate gotin, êrîşên li ser Efrînê ji hêla hiqûqa navneteweyî ve sûc e, dewleta Tirk bi rengekî rêk û pêk sûcê şer dike û li gorî normên Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qirkirin e.
Hate bibîrxistin ku qada hewayî ya Sûriyê di dest Rûsyayê de ye, Rûsya bi vekirina qada hewayî ya ji Tirkiyê re hikûmeta Rûs jî bi qasî Tirkiyê hevkarê komkujiyan e.
BÊDENGIYA NY'YÊ DIRÛTÎ YE
Bi berdewamî hate gotin li gel biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye komkujiya sivîlan didomîne û hate destnîşankirin ku bêdengiya NY’yê ya li bara komkujiyan dirûtî ya NY’yê.
19-23’YÊ ADARÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de agahî hate dayin ku 94 sazî, rêxistin, rewşenbîrên xwedî wijdan ên Platforma Xwedîderketina Efrînê, di navbera 19-23’yê Adarê de li Bruksel, Cenevre, London, Berlîn, Olso, Kopenhagenê, Helsinkî û Stockholmê çalakiyan bikin û bang li gelê Ewropî, Kurdistanî, rewşenbîrên Tirkiyeyî, sendîkavan, akademisyen, siyasetmedarên xwedî wijdan hate kirin ku tevlî çalakiyan bibini.
Her wiha hate gotin 19’ê Adarê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî parlamenter, şaredar û gelek rewşenbîr wê dest bi Girêva Birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin û hate xwestin ku gel destekê bide çalakiyan.