Li Siwêdê ji bo piştgiriya Efrînê 23 kîlometre meşiyan

Kurdistaniyên ku li navçeya Gavle ya Siwêdê konê agahdarkirinê vedan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşek 23 kîlometre dirêj lidar xistin.

Girseya gel a ji Gavle bi rê ketî, di tevaya meşê de dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk berz kirin û li pêşiya avahiya şaredariya Sandvîken xwepêşandanek lidar xistin. Piştre jî çalekvan hatin pêşiya Partîya Karkerên Sosyal Demokrat, dosyaya têkildarî qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê dike radestî rêvebirên partiyê kirin.

Piştî ku rêvebirên partiyê soz dan ku dosyayê bigihînin Parlementerên xwe, çalekvanan çalekiya xwe bi dawî anî.