Li Tribûnala navneteweyî şahid têne guhdarîkirin

Li paytexta Fransayê Parîsê, li Tribunala Navneteweyî (Dadgeha Gel a Domdar) şahid têne guhdarîkirin.

Dadgeh du rojan wê bidome. Di rûniştina pêşî ya dadgehê de, îdîaname hate xwendin. Di vî beşê pêşî de, ku bi sedan kes hazir bû, li ser sûcên dewleta Tirk çarçoveyeke giştî hate danîn û piştre sûcên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê bi belgeyan hatin vegotin.

TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER KIR

Parêzerê Belçîkî Jan Fermon îdîaname xwend, got, dewleta Tirk li van bajaran cihê dîrokî hilweşanidiye û got, "Tirkiye li derveyî hiqûqa navneteweyî tevgeriyaye û sûcê şer kiriye." Fermon xwest ku şahidên pêşî werin guhdarîrkin.

Şahidên pêşî kesên li qada xwe pispor bûn. Ev şahid li dadgehê ji bo sûcên ku wê werin darizandin bingehên wê yên dîrokî, siyasî, aborî û çandî datînin.

MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ

Şahidê pêşî profserê hiqûqa navneteweyî yê ji Koleja Bîrkbeckê, Zanîngeha Londrayê Bîll Bowrîng bû. Bowrîn di mijara diyarkirina çarenûsê ya Kurdan de pispor e, çarçoweya hiqûqî danî bê ka çawa mafê Kurdan hatiye binpêkirin. Bowrîng got mafê diyarkirina çarenûsê heqekî navneteweyî ye, di hiqûqê de heye û got, ‘’Mafekî pir sirûştî ye ku çarenûsa xwe diyar bikin’’

ERDOĞAN DIXWAZE CIVEKEKE ORGANÎK AVA BIKE

Piştre profeseror Hamît Bozaraslan axivî. Profesorê sosyolojî û dîrokê Bozarslan got ‘’Qirkirina Ermenan damezirîna komara niha Tirk  pêk tîne’ û behsa polîtîkayên asîmîlasyon û komkuijyên yên ji 1923’yan û vir ve a serdema Kemalîst û planên Tirkkirinê kir. Bozarslan li ser darbeya 80’î û encamên wê sekini û got komkujiyên dewleta Tirk û operasyonên leşkeri diyar dike bê ka partiyên siyasî yên Kurd çawa derketine holê.

Bozarslan li ser serdema Erdoğan jî got, Erdoğan dixwaze Kurdan bike pêveke ji neteweya Tirk, netewperweriya li ser xwînê destnîşan kir û got Erdoğan dixwaze civakeke organîk ava bike.

HERÎ PIR DEWLETA TIRK NETEW-DEWLET BI XIRABÎ JIYA

Wekîlê HDP'yî Ahmet Yıldırım, ku wekîltiya wî hate xistin got encamên netew-dewletan ên li dinyayê ne baş bûne û got, "Lê di nav dewletên dinyaya duyemîn de ti dewletê bi qasî dewleta Tirk netewe-dewlet bi xirabî nejiyaye" karaktere rejîmê yên yekparêz û navendî destnîşan kir. Yildirim got dewleta Tirk li ser Tirkitiyê hatiye avakirin û bi avabûna Komara Tirk re Tirkbûn li Kurdan hatiye ferzkirin.

ZEXTA LI SER SIYASETA KURD

Yıldırım bal kişande ser  qirkirina siyasî ya li ser Kurdan û got ji 102 şaredariyan qeyûm anîne ser 94’an jê, niha 120 hevşaredar girtî ne, behsa wekîlên girtî, yên ku wekîltiya wan hatiye xisti kir û got di vê dema dawî de 14 hezar kes ji HDP’ê hatine binçavkirin û girtin.

ÎZOLASYONA ABORÎ YA LI SER KURDAN

Ekonomîst û nivîskar Ahmet Pelda jî got ji destpêka Komara Tirk ve li ser Kurdistanê izolasyona aborî heye, veberhênana li Kurdistanê bi mebesta leşkeri ye û ji 1960’î ve li Kurdistanê aboriyeke bi plan tê rêvebirin. Pelda got ji vê dîrokê ve Tirkiye kanên enerjiye yên Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc.

Pelda got bi salên 80’yî re Kurd ji hêla aborî ve hatine kontrolkirin û bal kişande ser polîtîkayên bê şûnwarkirinê ya li ser Kurdan. Pelda got bi bêşûnwarkirina Kurdan Kurd kirine hêza erzan a kar û di pergala hiyerarşik de, a bi destê AKP’ê hatî avakirin, Kurd tenê weke karkerên herî jêr dikarin cih ji xwe re bibinin.