Pflüger bi bîr xist ku polîsên Elman xwestin çalakiya mezin a Newrozê ya 17'ê Adarê roja Şemiyê qedexe bike û destnîşan kir ku biryara dadgehê ya li dijî vê yekê cihê kêfxweşiyê ye.
Pflüger diyar kir, polîs hewl dide mirovên li dijî dagirkirina Efrînê rabin bi "terorîzmê" sûcdar bike û got, girîng e ku dadgeha Elman neketiye vê xefikê.
Alîkarê Hevserokên Die Linke Tobias Pflüger got, "Divê dadgeriya Elman nebe yê li ber destê rejîma Erdoğan" û bang li hikumeta Elman kir ku tavilê helwestê nîşan bide. Pflüger diyar kir ku hikumet li şûna ku mirovên li ber dagirkirina Efrînê radibin "krîmînalîze bike", divê hewl bide vî şerê bi tankên Leopard 2 û çekên Elman tê kirin bisekinîne.