Partiya Çep a Swêdê: Divê li Efrînê pêşiya qirkirinê were girtin

Rayedarên Partiya Çep a Swêdê bi pêşniyaznameyên ku dane parlementoyê û bi daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hişyariyê dikin, dibe ku dewleta Tirk û çeteyên OSO li Efrînê komkujiyekê pêk bînin.

Parlementerê Partiya Çep Amineh Kakabaveh pêşniyaznameyek da meclîsê û diyar kir ku Efrîn di bin dorpêçandineke giran de ye û balefirên şer ên Tirkiyeyê Efrînê bomberdûman dike û divê pêşî li komkujiyê were girtin a ku Tirkiye hewl dide li Efrînê pêk bîne.

ERDOĞAN KURDAN QETIL DIKE

Kakabaveh diyar kir ku Erdogan hiqûqa navneteweyî bin pê dike û axa welatekî din dagir dike û got, “Tirkiye ya ku li Sûriyeyê dora Efrînê girtiye û li vê derê bombeyan li ser Kurdan dibarîne.”

Kakabaveh got: “Ji ber van bombekirinan nêzî 230 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û vê êrîşa Tirkiyeyê komkujiya li Yugoslavyayê tîne bîra mirov. Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Yekîtiya Ewrûpayê ji ber tirsa hatina koçber û penaberên ji Tirkiyeyê, bêdeng e. Êdî gotina bila şîddet bi dawî bibe, têr nake”

DIVÊ TIRKIYE LEŞKERÊN XWE VEKIŞÎNE

Kakabaveh xwest ku bila komkujî were sekinandin û Tirkiye hêza xwe ya leşkerî vekişîne. Kakabaveh destnîşan kir ku Swêd û welatên Ewrûpayê ji dêvila ku bala xwe didin ser şerê nukleerî yê di navbera DYA û Koreya Bakur , divê êrîşên li ser Efrînê têxe rojeva xwe û ji bo sekinandina êrîşan divê biryarên şênber werbigire.”

DI WARÊ EKONOMÎK DE DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN

Kakabaveh ji ber tirsa ji penaberên ew ê ji Tirkiyeyê werin Ewrûpayê, bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê û Swêdê sûcdar kir û got:“Heke Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê bi rastî jî helwestekê diyar bikin ew ê Tirkiye nikaribe êrîşî Efrînê bike. Heke Swêd û Yekîtiya Ewrûpayê nekaribin êrîşan bidin sekinandin divê zextên ekonomîk li Tirkiyeyê bikin.

Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî di gotara xwe de ya ku li ser malpera Televîzyona Dewletê ya Swêdê hate weşandin, diyar dike ku heke Tirkiye têkeve Efrînê dibe ku komkujiyek pêk were. Sjöstedt bêdengiya partiyên mûxalîf ên li Swêdê jî rexne kir.

ÊRÎŞ LI SER YÊN DAIŞ TÊK BIRIN TÊ KIRIN

Sjostedt bibîr xist ku dewleta Tirk bombeya li ser welatiyên bê guneh ên jin û zarokan dibarîne û got: “Eger artêşa Tirk bikeve Efrînê metirsiya qirkirinê heye. Me hemûyan soz dabû ku carekî din qirkirin pêk neyê. Em li dijî hevkariya êrîşên li ser Kurdên ku li Bakuê Sûriyeyê DAIŞ têk birin, bê kirin in. Divê hemû partiyê Swêdê li dijî terorîzim û DAIŞ’ê helwestên zelal raber bikin.” Sjostedt partiyên ku bêdengin jî rexne kir.

ERDOGAN DESTEKÊ DIDE ÇETEYÊ DAIŞ’Ê

Sjostedt got: “Partiyên bûjûva yên ku hikûmet rexne dikirin hema bêje hemû bêdeng in. Ew xiyanetê li kesên ku li dijî terorîzmê têkoşîn kirin û şehîd bûne dike. Sjostedt destnîşan kir ku dewleta Tirk ti demê neketiye nava wê hewldanê ku li dijî Dewleta Îslamê şer bike, demeke dirêje destekê dideçeteyên DAIŞ’ê.

Sjostedt diyar kir ku karê yekem ê Erdogan ew e ku dixwaze li Tirkiye û welatên cîran rê nede ku Kurd bigihêje mafê xwe, Tirkiye rêbazên demokrasî û binpêkirina mafan derbas kiriye. Sjostedt diyar kir ku hêza leşkerî ya ji Kurd, Ereb û Xiristiyanan hate avakirin çeteyên DAIŞ’ê li Şengal, Kobanê û Reqayê têk birin.

Sjostedt got: “ Dema ku bi balafir, tank û topan Efrîn tê bomberdûman kirin,berê xwe didin aliyê din. Ev êrîş dij mafê navneteweyî ye. Li gel Tirkiye komên cîhatî yên berê hatîn perwerdekirin hene. Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê li sînorên Efrînê ne. Eger bigihêje bajêr metirsiya qirkirinê heye.”

Sjostedt bibîr xist ku ji bo qirkirin bê astengkirin divê cîhana derve nerazîbûnên xwe raber bike û wiha got: “Tenê nerazîbûneke navneteweyî wê qirkirinên li Efrînê nede rawestandin. Bêdengiya cîhana derve ji bo Enqerê tê wateya erêkirin.” Nerazîbûn nîşanî dêdeniya êrîşên li dijî Efîrnê da.

Sjostedt destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî terorîzmê fedariyên mezin kir ku cîhan ji bo herkesê ji bo hê bi ewletir be parastin û got: “Em weke çepgiran heta dawî em piştgiriya wan dikin. Xiyanetê nakin.”

Rojnamevan Sakîne Madon jî diyar kir ku divê her kes li dijî êrîşên Tirk ên li ser Efrînê bêdeng nemîne.