Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan e

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi bomberdûmana li ser navenda bajarê Efrînê kir, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn çalakiyên xwe zêde kirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi bomberdûmana li ser navenda bajarê Efrînê kir, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn çalakiyên xwe zêde kirin.

FREIBURG: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarên Freiburg û Lahr ên Elmanyayê li ber gara trenê ya li Freiburgê li hev civiyan. Çalakger bi saetan li vir dirûşm qîriyan û heta ber avahiya şaredariya bajêr meşiyan.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Kurdistanî li ber gara trenê li hev civiyan. Bi navê NAV-DEM'ê Altun Bischoff li vir axivî û got, "Dewleta Tirk a ku av, elektrîk û telefon li ser gelê Efrînê biriye, wê nikaribe berxwedana lehengî têk bibe. Li Efrînê gelekî ku bi sed hezaran li ber xwe didin heye."

KÖLN: Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kölnê dijî, danê êvarê li Bahnhof Vorplatzê li hev civiyan. Çalakgeran dirûşmên "Duh li Yahûdiyan hate kirin, îro li Kurdan", "Leşkerên Tirk ji Efrînê bicehimin", "Erdoğan kujerê zarokan e", "Merkel fînanse dike, Erdoğan dikuje" qîriyan.

HAMBURG: Li bajarê Hamburgê Kurdistanî saet 22'an li kolana Steindammê li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan. Çalakgeran li ber Konsolosxaneya Tirk fîşekên hewayî teqan û rejîma Erdoğan û hêzên navneteweyî yên destekê didin wan şermezar kirin. Çalakger piştre ber bi strasyona navendî ya trenê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

ESSEN: Komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike li bajarê Essen ê Elmanyayê hate şermezarikin. Nêzî hezar Kurdistanî li HBF a Essenê li hev civiyan û dirûşmên "Kujer Erdoğan", "Efrîn bi tenê nîne" û "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan.

NURNBERG: Li bajarê Nürnberg ê Elmanyayê jî Kurdistanî piştî nîvro li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û êrîşên li ser Efrînê şermezarkirin.

STUTTGART: Li Stuttgartê jî bi bana Platforma Piştevaniya Efrînê Kurdistanî saet 21'ê li ber stasyonê li hev civiya. Girseya gle rêya bingehîn li trafîkê girt û bi qîrîna dirûşman heta Schloss Platzê meşiya.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker, danê êvarê meşek hate kirin. Ciwanên Kurd li kolana Mariahilfer li hev civiyan û bi alên YPG/YPJ'ê û qîrîna dirûşmên ji bo berxwedana Efrînê meşiyan.

TORONTO: Endamên Komeleya Kurd a Kanadayê li ber Konsolosxaneya Rûs a li Torontoyê ji bo Efrînê çalakî li dar xistin. Kurdistanyan xwestin bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtinê bikin, lê belê tevî ku bi saetan li bendê man jî bersiv ji daxwaza wan re nehate dayin.

KOPENHAGEN: Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, ji bo komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin li Balafirgeha Kopenhagenê, Balafirgeha Billundê û Odense çalakî kirin.

GÄVLE: Li bajarê Gävle yê Swêdê, konê agahdarikrinê hate vedan û wêneyên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin hatin daliqandin. Her wiha li ser komkujiya li Efrînê belavok hatin belavkirin. Kurdistanî piştre be bi avahiya Partiya Karker a Sosyal Demokrat meşiyan û bêdengiya welatên rojavayî li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

PARMA: Li bajarê Parma yê Îtalyayê komek ji xwendekarên zanîngehê il navenda bajêr pankarta bi nivîsa "Efrîn li ber xwe dide, pêşî li Tirkiyeyê bigirin, Efrînê biparêzin" vekirin. Di çalakiyê de li ser êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê belavok hatin belavkirin.