Parlementoya Ewrûpayê ji Tirkiyeyê xwest bila ji Efrînê derkeve

Pêşnûmaya biryaran a Parlementoya Ewrûpayê ya têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hate erêkirin. Di pêşnûmayê de banga ‘Ji Efrînê derkeve’ li Tirkiyeyê hate kirin.

Têkildarî rewşa li Sûriyeyê pêşnûmaya biryaran a ku bi hevkariya Komên Demokratên Xirîstiyan, Demokratên Sosyal, Mûhafazakar, Lîberal û Keskan ên Parlementoya Ewrûpayê hatibû amadekirin, îro li Strasboûrgê bi dengên zêde hate qebûlkirin. Di tekstê de hevoka ‘Parlementoya Ewrûpayê ji ber mudaxeleya Tirkiyeyê ya li ser herêmên di destê Kurdan de, di nav fikaran de ye’ jî hate zêdekirin.

Di biryarê de tê diyarkirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şerê li Sûriyeyê tîne asteke din û li ser hewldanên çareserî û hevsengên hundirîn bandoreke neyînî pêk tîne û rê li ber fikarên mirovî vedike. Di biryarê de tê destnîşankirin ku ‘sivîl jî hatine qetilkirin’ û bang li Enqereyê tê kirin ku bila êrîşên xwe yên li ser Efrînê bide sekinandin.

Di pêşnûmaya biryaran de tê diyarkirin ku, ew şerê li Sûriyeyê bi fikar in û bang li Tirkiyeyê tê kirin ku bila leşkerên xwe ji Efrînê derxe. Ji bo darizandina berpirsên sûcên şer û mirovayetiyê yê li Sûriyeyê tê xwestin ku bila Yekîtiya Ewrûpayê ‘stratejiya hesapxwestinê’ ava bike.