Tunç li NY axivî: Efrîn dewama Mereşê ye

Nivîskar Aziz Tunç li NY axivî û got ku êrîşên dewleta Tirk bi ser Efrînê dewam Komkujiya Mereşê ye.

37’emîn Rûniştinên Mafê Mirovan a Konseya Mafê Miorvan a NY ku di 6’ê Sibatê de destpêkirî li Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê didome. Di rûniştinê de saziyên civaka sivîl yên navnetewî di bin sernavên cûda de semîner û konferansan li dar dixin.

 Saziya civaka sivîl a bi navê İnternational Fellowship of Recoviliation semînerek bi sernavê Rewşa Kêmnetewan di Hawirdora Şer de lidarxist. Nivîskar Aziz Tunç ku weke axaftvan ji bo semînerê hatibû vexwendin qala komkujiya Mereşê kir.

‘LI MEREŞÊ POLITÎKAYA QETILKIRINÊ HATE PÊKANÎN

Tunç diyar kir ku politîkayeke qirkirinê ya ku di dema dawî ya Osmaniyan de dest pê kir û bi dema Komarê re li Mereşê li dijî nasnameyên cûda û baweriyên cûda pêk hat. Tunç wiha domand; “Politîkaya qirêj a ku li dema Osmaniyan de li dijî Mereşê destpêkirî, ji aliyê Kemalîstên ku avakerê dewleta Tirk ve jî dom kir. Komkujiya Mereşê ya sala 1978’an de ya dewleta Tirk pêk anîn di çarçoveya paqijkirina kêmnetew û olî bû. Komkujiya Mereşê ji aliyê dewletê ve bi şêweyekî bername û rêk û pêk hate kirin. Bi komkujiya Mereşê re xwestin pêşiya mûxalefeta şoreşger, Kurd û Elewî bigrin.”

‘ÊRÎŞA BI SER EFRÎNÊ DEWAMA KOMKUJIYA MEREŞÊ YE’

Tunç diyar kir ku tevî demê ku bi ser komkujiyê re derbas bûyî jî berpirs nehatine darizandin û dewleta Tirk tişta ku li Mereşê pêk anî niha li cihên din didomîne. Tunç wiha domand; “Çawa ku Cizîr, Roboskî, Sûr, Nisêbin dewama komkujiya Mereşê ye, êrîşên bi ser Efrînê jî dewama komkujiya Mereşê ye. Komkujiyên beriya Mereşê û yên heta roja me ya îro li dijî bawerinên cûda û nasnameyên cûda ne tesadûf e.”

JI BO EFRÎNÊ BANG LI NY KIR BI ERKA XWE RABE

Tunç wiha berdewam kir; “Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê kevneşopiya qirker û komkujiyên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ti caran destûr neda Kurd, Elewî û pêkhateyên din bi azad û nasnameya xwe bijî.  Politîkayên qirker tenê bi piştevaniya gelan dikare were astengkirin.”

Herî dawî Tunç bal kişand li ser rewşa qirkirinê ya dawî ya Efrînê û bang li NY kir ku li dijî dewleta Tirk bikeve nava tevgerê.