Li pêşiya Wezareta Karên Derve çalakiya ciwanên Swîsreyî
Ciwanên Swîsreyî li ber Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin û pirsa "Hûn ji bo Efrînê çi dikin?" li rayedaran kirin.
Ciwanên Swîsreyî li ber Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin û pirsa "Hûn ji bo Efrînê çi dikin?" li rayedaran kirin.
Ciwanên ji komên anarşît û alternatîfa (Antifa) li ber Dîrektoriya Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin û êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê û hêzên li pêşberî vê bêdeng dimînin şermezar kirin.
EGER HÛN BI ERKA XWE RANABIN, VÊ DERÊ BIGIRIN!
Ciwanên ku rûyê xwe nixumandibûn pankarteke bi nivîsa "Eger hûn bi erka xwe ranabin vê derê bigirin" li deriyê Dîrektoriya Mafên Mirovan û Hiqûqa Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê daliqandin. Ji bo balê bikişînin ser êrîşên li ser Efrînê jî belavok avêtin nava avahiyê.
Ciwanan heta wextekê li ber avahiya wezaretê dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan û piştre ji ber avahiyê çûn.
ERDOĞAN BIKUJIN!
Ciwanên Swîsreyê di nava rojê de çalakiyên xwe yên ji bo Efrînê dewam kirin. Ciwanan bi vê armancê li ser dîwarên stasyona trenê ya navendî ya Bernê nivîsên "Efrînê biparêze", "Erdoğan bikujin", "Kujer Erdoğan", "Pêşî li komkujiyê bigirin", "Efrîn bi tenê nîne" nivîsandin.
JI BO EFRÎNÊ RABIN SER PIYAN!
Ciwanan bi rêya malpera xwe ya fermî daxuyaniyek dan û bal kişandin ser çalakiyên îro ji bo Efrînê werin lidarxistin. Ciwanan bang li her kesî kirin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.