Expressen: Li Efrînê wê ev pitik bimirin

Expressen a li Swêdê yek ji rojnameya herî xwedî tîraj e, ragihand ku di encama bomberdûmana balafirên şer ê artêşa Tirk 13 pitikên ku zû ji dayik bûne, bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne.

Nûçegihanê rojnameyê ya Rojhilata Navîn Kassem Hamade, anî ziman ku ji bo dewleta Tirk ketina Efrînê asteng bike, rê û hemû rêyên derdorî herêmê bombe dike.

Hamade bibîr xist ku bi hezaran welatiyên ji gundan ji bo xwe li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk biparêzin, bê çare ne û nizanê bê ka çi bikin. Hamade hevpeyvînek li gel endameke tenduristiyê re pêk tîne.

Endamê tenduristiyê destnîşan dike ku piranî endamên tenduristiyê li eniyên şer in û erka xwe pêktînin û diyar kir ku li Efrînê jî gelek şehîd ji bûne. Endamê tenduristiyê diyar kir ku li gel nebûna respîratorê alîkariyên ji saziyên navnetewyî jî pêk nayên.

Eger ku alîkarî neyê kirin 13 zarokên ji ber şer zû hatine dinê metirsiya mirinê pir zêde ye.

Nûçeya têkildarî mijarê...