Rêveberiya HDP'ê: Em ê agirê Newrozê ji bo Efrînê dadin!

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê diyar kir, ku bi Efrînê re bêhtir eşkere bûye ku koalîsyona AKP-MHP'ê dijminê Kurdan e û destnîşan kir ku wê agirê Newrozê îsal ji bo gelê Efrînê dadin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamên civîna xwe ya duh eşkere kir.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku bi şer û hewldana dagirkirina Efrînê re careke din eşkere bû ku koalîsyona AKP-MHP'ê bi navê 'konsepta nû ya ewlekariya milî' bi rengekî êrîşkariyê polîtîka derve dimeşîne, talanker e, dijminê Kurdan e û li şûna aştiyê, şer dibe Rojhilata Navîn û welêt.

HDP'ê bi bîr xist ku li vî welatî bi milyonan welatiyên Kurd dijîn û got, "Ji ber xisara li Efrînê tê kirin, gelê Kurd di her kêliyê de gelekî diêşe û bi her mirovekî tê kuştin re wijdanê wan hê bêhtir kul dibe. Ya ku niha tê kirin tovên dijminatiyê li nava gelan direşîne. Ev birînên ku koalîsyona AKP-MHP'ê vekiriye wê bi hêsanî ji bîr nebin."

Di encamnameyê de careke din hate destnîşankirin ku biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî divê tavilê ji bo Efrînê jî bi cih were anîn û ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku bêyî drameke însanî rû bide helwestê nîşan bide. HDP'ê der barê mijarê de got, "Xorta rojhilat çi be, Efrîn jî ew e."

Her wiha bang li Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, parlamentên dewletên endam û saziyên demokratîk ên navneteweyî hate kirin ku ji bo mîna Srebrenîtsa li Efrînê neyê tavilê tedbîran bigirin.

HDP'ê diyar kir ku niha di rojeva wan de 21'ê Adarê pîrozbahiyên Newrozê heye û got, "Em ê Newrozê ku cejna bihar û vejînê ye bi gelên xwe pîroz bikink. Newroz tê wateya biryardariya li dijî neheqiyê, tê wateya hêviya ji bo paşerojê.

Ji bo piştgiriya bi gelê Efrînê re em ê agirê Newrozê ji bo têkoşîna wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê dadin." HDP'ê destnîşan kir ku wê bi hemû rengên xwe li kolanan û qadan bin û Newrozê pîroz bikin.