Dewleta Tirk li Parîsê tê darizandin

Tribunala Navneteweyî ya ku dewletaTirk û rayedarên wê lê tên darizandin li Parîsê dest pê kir.

Di rûniştinên roja Pêncşem û Îniyê de ew ê li ser sûcên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan were sekinandin. Erdoğan wekî berpirsê sereke yê sûcan tê dîtin. Di heman demê de rayedarên hikumet û artêşê jî ew ê werin darizandin.

Wê du sûcên sereke li dadgehê were darizandin. Yek jê êrîşên li ser Cizîr, Sûr, Nisêbînê yên ku ev bajar hatin hilweşandin û sîvîl lê hatin qetilkirin. Ya duyemîn jî qetilkirina sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileya 2013’an de. Wê sûcên dewleta Tirkiyeyê ya ji demên berê jî bi gelek aliyan li ser wê were sekinandin.

7 DADGER DADGEHÊ BI RÊ VE DIBIN

Heft dadger dadgehê bi rê ve dibin. Ev ji welatên cihê ne. Di warê wijdanî de meşrûtiyeke wan a bênîqaş heye.

Dadger Philippe Texier ê ku serokê dadgehê ye: Texier di heman demê de alîkarî serokê dadgeha gel e jî. Berê jî di komîteyên ekonomîk, sosyal û mafên çandî yên NY de serokatî kir. Di Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî de dixebite.

Domenico Gallo: Di dadgeha Romayê de xebitî. Demekê bû senator. Li Komeleya Dadgerên Demokratîk û Dadgerên Ewrûpayê de dixebite. Li ser kêşeyên navneteweyî û mafên mirovan gelek pirtûk nivîsand.

Luciana Castellina: Rojnameger, nivîskar, siyasetmedara jin. Ji 1979’an heta 1994’an bû parlementera Ewrûpayê.

Denis J. Halliday: Di salên 1997-1998’an de bû koordînatorê mirovî yê NY yê li Iraqê. 34 sal in li NY dixebite. Demekê sekreteriya giştî ya NY jî kir.

Teresa Almedia Cravo: Li navenda lêkolînên civakî ya zanîngeha Coimbrayê ya Portekîzê lêkolîner e. Di heman demê de di çarçoveya lêkolînên aştî, ewlekarî û pêşveçûnê de mastira têkiliyên navneteweyî koordîne dike.

Majid Benchikh: Li zanîngeha Cergy-Pontoiseyê Profesorê Hiqûqa Navneteweyî ye. Di Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de serokatiya Cezayîrê kir.

M. Norman Paech: Parêzer e, li zanîngeha Hambûrgê profesorê zanistên siyasî û hiqûqa giştî ye.

BERSÛC NE AMADE BÛN

Dadger Gallo darizandin da destpêkirin. Gallo qala serboriya dadgehê kir û diyar kir ku ev dadgeh ji bo 40 dozan jî hatiye avakirin.

Gallo têkildarî rêveçûna dadgehê û îddîanameyê agahî da. Gallo diyar kir ku wan vexwendineke fermî ji Tirkiyeyê re şandine lê Tirkiye nehatiye.

DI ÎDDÎNAMEYÊ DE SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK HEYE

Piştî Gallo serokê dadgehê Texier xwest ku bila îddîaname were xwendin.

Parêzer Jan Fermon îddîaname xwend û diyar kir ku dewleta Tirk cînayet pêk aniye, mirov revandiye, sîvîl qetil kiriye û bajar wêran kiriye. Fermon bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û got, “Ev şerekî çekdarî ye. Divê mafê tayînkirina qedera xwe di dahatûyê were sererastkirin.” Fermon diyar kir ku berpirsê sereke yê şîddetê dewleta Tirk e.

SÛC NE TAKEKESÎ YE JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATE KIRIN

Fermon qala operasyonên berfireh ên li ser bajarên Kurdan kir û bal kişand ser sûcên li Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê. Fermon diyar kir ku ev ne têkoşîna li dijî terorîzmê ye û tu mekanîzma tuneye ku sûcên dewleta Tirk darizîne.

Fermon diyar kir ku dadgeh tenê kesan didarizîne û got, “Lê dewleta Tirk, wekî organîzasyoneke krîmînal tevgeriya. Ne wekî takekesan tevgeriya.” Fermon ji dadgehê xwest ku bila li ser aliyê organîzebûna sûcan bisekine ya ku dewletê ava kiriye.

Fermon diyar kir ku berpirsê bûyerên 2015-2016’an Erdoğan e yê ku bajarên Kurdan hatin hilweşandin û got “Armanca wî qedandina pêvajoya aştiyê bû û rê li ber şer veke.” Fermon go ku, “Adem Hududi yê ku wê demê Fermandarê Artêşê yê 2’emîn bû a niha ji ber doza FETO’yê girtiye.  Di nav dewleta Tirkiyeyê de gelek kes xisarê didin hev. Li hemberî hev darbeyan çêdikin lê dema mesele Kurd bin, hemû dibin yek.”

Fermon diyar kir ku hikumeta Tirk rê li ber bûyerên Kobanê ya sala 2014’an vekir û bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk ên bi çeteyên DAÎŞ’ê re. Fermon qala ‘Plana rûxandinê’ ya Tirkiyeyê, zextên li ser HDP’ê kir. Fermon sûcên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê bi wêneyan nîşan da û diyar kir ku ev tiştên hatine kirin sûcê şer e.

Wê dadgeh du rojan bidome. Ew ê heyeta dadgehê şahid û pisporan guhdarî bike. Piştî rûniştinan ew ê dadgeh biryara xwe du mehên din eşkere  bbike. Nêzî 300 kes û 45 saziyên navneteweyî piştgiriyê didin vê dadgehê.