Gelê Kurd ji bo Efrînê daket qadan
Qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewrûpayê tê protestokirin.
Qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewrûpayê tê protestokirin.
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê ji bo Efrînê heta avahiya NATO’yê meşek hate lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan li Hauptbanhhofê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin.
BREMEN
Li Bremenê ciwanên Kurd çalakiya bêîtaetiya sîvîl li dar xistin. Îro jî Kurdan li avahiya Bremen TV’yê çalakiya rûniştinê li dar xistin û xwestin qetlîamên dewleta Tirk zêdetir di medyaya Elmanyayê de cih bigire.
BERN
Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi sedan Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê hatin ba hev û heta Sefaretxaneya Tirkiyeyê meşiyan.
MARSİLYA
Îro ji bajarên cihê yên Fransayê bi hezaran Kurdan berê xwe dan Marsilyayê û li qada Canebiereyê kom bûn û êrîşên li ser Efrînê protesto kirin. Di meşê de belavok hate belavkirin.
RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan li qada Republiqueyê ji bo protestokirina êrîşên dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
BARSELONA
Kurdistanî û Katalanên li Katalonyayê dijîn çûn avahiya şaxa Barselonayê ya NY û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê protesto kirin. Di çalakiyê de polîsan kesek birîndar kir û 4 kes jî binçav kir. 4 kesên ku hatin binçavkirin, piştre hatin berdan.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê greva birçîbûnê ya ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê di roja 3’an de didome. Sefîrê Amerîkayê Pete Hoekstra û parlementer Joel Voordewind hate serdana çalakiyê.
KOPENHAG
Di roja 54’an êrîşên li ser Efrînê de Kurdistaniyên ku li Danîmarkayê dijîn li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî YPG/YPJ’ û ‘Erdoğanê terorîst’ hate berzkirin.
VIYANA
Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê de îro li pêşiya Neteweyên Yekbûyî mîtînga protestoyê hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên li ser Efrînê û bêdengiya NY hate protestokirin û belavok hatin belavkirin.
LONDRA
Kurdistaniyên ku li Londrayê dijîn, êrîşên dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin. Çalakvanan bi qasî 4 saetan Pira Westminerê ji trafîkê re girtin.
CARDİFF
Kurd li pêşiya parlementoya Cardiffê hatin ba hev û bi çalakiyekê xwedî li Efrînê derketin. Di çalakiyê de bêdengiya NY jî hate şermezar kirin.