Dîplomatên Tirk tevî MÎT'ê xwestin kesekî birevînin
Dîplomatên Tirk ên li Swîsreyê wezîfedar in, bi belgeyan eşkere bû ku mîna çeteyan bi MÎT'ê re dixebitin.
Dîplomatên Tirk ên li Swîsreyê wezîfedar in, bi belgeyan eşkere bû ku mîna çeteyan bi MÎT'ê re dixebitin.
Bi belgeyan eşkere bû ku dîplomatên Tirk ên li Sefaretxaneya Bilind a TC a li Bernê di asta bilind de wezîfedar in, plan kirin ku kesekî li Swîsreyê dijî birevînin. Dadgeha Federal a Swîsreyê li ser mijarê dest bi lêpirsînê kir.
Yek ji rojnameyên sereke yên Swîsreyê Tagesanzeiger li gorî belegeyên saziyên pêwendîdar li ser mijarê nûçeyek amade kir. Li gorî vê nûçeyê, du dîplomatên Tirk ên di asteke bilind de li Sefaretxaneya Bilind a TC a Bernê wezîfedar e, ji kesekî ku nasnameya wî nehate eşkerekirin alîkarî wergirtin û hewl dan kesekî birevînin.
Li gorî nûçeya rojnameyê, ev hewldana revandinê di havîna 2016'an de hatiye kirin û hewl hatiye dayin karsazekî 55 salî yê ku welatîbûna xwe ya Tirkiyeyê û Swîsreyê heye bê revandin.
Rojnameyê, nasnameya kesê ku alîkarî da dîplomatên Tirk eşkere nekir û destnîşan kir ku hat xwestin, kesê bû hedefa dîplomatên Tirk bi madeyekê ji ser hiş bê birin û piştre ber bi Tirkiyeyê ve bê revandin.
DER BARÊ SEFARETXANEYA BILIND Û DÎPLOMATAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN
Rayedarên Swîsreyê heta duh ev hewldana revandinê eşkere nekirin. Rayedaran diyar kirin ku bi nûçeya hate weşandin re wan rewş cidî dîtine û Dozgeriya Federal a Swîsreyê hem li ser dîplomatên Tirk ên hewl dan bûyera revandinê bikin, hem jî li ser rayedarên Sefaretxaneya Bilind a TC a li Bernê lêpirsîn da destpêkirin.
MÎT Û DÎPLOMAT LI HEV RÛNIŞTIN Û PLAN ÇÊKIRIN
Rojnameyê li gorî belgeyên Dozgeriya Federal cih da agahiyên berfireh ên bûyera revandinê. Li gorî dozgeriya federal, ji bo amadekariya revandinê gelek caran hevdîtin hatine kirin. Her wiha li gorî belgeyan, wezîfedarên MÎT'ê li goristaneke li Zurichê û li xeraja wesayitekê bi giştî 3 caran bi du dîplomat û kesê alîkarî da wan re bi dizî hevdîtin kirin.
HER TIŞT HATE QEYDKIRIN
Li gorî nûçeya rojnameyê, dewleta Swîsreyê piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, liv û tevgera li Swîsreyê ji nêz ve dişopîne û di encama karê hate kirin de hemû xebatên ji bo revandinê hatine qeydkirin. Di nûçeya rojnameyê de hate ragihandin ku Muşawîrê Çapemeniyê ya Sefaretxaneya Bilind a TC a li Bernê Haci Mehmet Ganî jî di nava bûyer revandinê de heye.
Muşawîrê Çapemeniyê Ganî beriya niha gelek caran li dijî Kurdên li Swîsreyê ketibû nava hewldanan.
Di dewama nûçeyê de hate gotin, dîplomatên Tirk pereyekî gelekî zêde dane kesê ku ji bo hewldana revandinê alîkariyê bide wan. Li gorî nûçeyê, dîplomatên Tirk ji vî kesî xwestiye, kesê bê revandin vexwîne xwarinê û piştre madeya narkotîkê ya bi navê K.O bixe nava xwarina wî. Di nûçeyê de hate ragihandin ku ev kesê tevlî bûyera revandinê bûye, demeke dirêj e li Swîsreyê dijî û MÎT û dîplomatên Tirk tevî pereyên ku wane wî, her wiha garantî dane wî ku li Tirkiyeyê bi rengekî bê pirsgirêk dikare bijî.
KESÊ KU DIXWESTIN WÎ BIREVÎNIN KÎ YE?
Rojnameyê nasnameya kesê ku dixwestin wî birevînin eşkere nekir, lê ragihand ku zewiciye û bavê malbatekê ye. Rojnameyê diyar kir ku ev kes demeke dirêj e li Swîsreyê dijî û hem welatiyê Swîsreyê ye hem jî yê Tirkiyeyê ye. Di nûçeyê de hate gotin, ev kes endamê Cemaata Fetûllah Gulen e hem li Swîsreyê hem jî li Tirkiyeyê giraniya vî kesî heye.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku ev kesê bû hedef niha li Swîsreyê ji aliyê polîsan ve tê parastin.
ANF'Ê NIVÎSANDIBÛ
Weke ANF'ê me beriya niha di gelek nûçeyên xwe de ku agahî dispart çavkaniyên pê bawer, nivîsandibûn ku Konsolosxaneyên Tirk ên li Swîsreyê mîna navenda MÎT'ê dixebitin. Herî dawî rayedarekî Rêxistina Polîsan a Swîsreyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ANF'ê re qala karên MÎT'ê yên li Swîsreyê kir û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd di hedefê de ne. Rayedarê polîs dabû xuyakirin ku hikumeta Swîsreyê ev mijar kiriye qurbanê têkiliya bi dewleta Tirk re.