Kurdên li Rûsyayê ji bo Efrînê li ser piyan e

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan şermezar dikin.

Kurdistaniyên li navçeya Novoaleksandrovsk ê bajarê Stavrapol û navçeya Erşov a bajarê Saratov ên Federasyona Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kirin.

NOVOALEKSANDROVSK

Bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovsk, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi navê Kurdistaniyên li ber avahiya otonomiyê li hev civiyan, Hevserokên otonimiya çanda Kurd Huseyin Çerkez û Nazê Bazoyeva axivîn.

Çerkez diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê ne tenê sivîland ikuje, her wiha bi demografiya herêmê dilîze. Bozoyeva jî bang li hêzên navneteweyî bi taybetî bang li dewleta Rûsyayê kir ku pêşî li kuştina sivîlên li Efrînê bigire.

Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn bi qîrîna dirûşman destek dan berxwedana Efrînê.

ERŞOV

Bi heman armancê li navçeya Erşov a bajarê Saratov çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê ve hate organîzekirin û Kurdistaniyan alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Hevserokê otonomiyê Îsa Osmanov li vir axivî û got, "Cîhan tev dizane ku dewleta Tirk li Efrînê komkujiyê dike. Jin û zarokan dikuje, cih û warê sivîlan, nexweşxaneya bombe dike. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye, lê hemû hêzên cîhanê ji nedîtî ve tên. Gelê Kurd, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê cih û warê xwe biparêze û her kesên bûne hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê wê li pêşberî dîrokê lenet bike."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.